Keziban Yilmaz: Ev serdegirtin ne hiqûqî ye

  • 10:53 10 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Bi sedan polîsan bi hinceta îxbara "Hişbirê" bi ser Avahiya xizmetê ya Şaredariya Kayapinarê de girtin û bi saetan lêgerîn kirin. Hevseroka Şaredariya Kayapinarê Keziban Yilmaz diyar kir ku ev serdegirtin û lêgerîna polîsan ne hiqûqî ye û got:"Ewqas polîs neçûn ji bo serdegirtina Escobarê."
 
Bi sedan polîsan bi hinceta îxbara "Hişbirê" bi ser Avahiya xizmetê ya Şaredariya Kayapinarê de girtin û bi saetan lêgerîn kirin. Kuçeya Peyasê ya cihê Şaredariya Kayapinarê bi TOMA, wesayetên zirxî ji aliyê bi sedan polîsan hat dorpêçkirin.  Polîsên Muduriyeta Şaxa Narkotîkê saet di  17.45'an de bi ser avahiya xizmetê ya Şaredariya Kayapinarê de girtin. Li ser vê yekê Parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz, Remziye Tosun, Endamên Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên HDP'ê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Hevserokên navçeyan çûn Şaredariya Kayapinarê. 
 
'Ewqas polîsan neçûn bûyera Escobarê'
 
Piştî serdegirtinê Hevserokên Şaredariya Kayapinarê Keziban Yilmaz û Davut Keser daxuyanî dan. Kezibana ku di daxuyaniyê axivî. Kezîbanê diyar kir ku ev lêgerîna û serdegirtina ne hiqûqî ye û got:"Ewqas polîsan neçûn bûyera Escobarê."
 
'Lîstikên cidî tên lîstin'
 
Kezbanê bal kişand ser zextên li ser şaredariyên HDP'ê û wiha got:"Dema em nûçeyên A Haber a alîgir digirin ber çavan li ser Şaredariyê Kayapinarê lîstikên cidî tên lîstin." 
 
'Dixwazin bi van lîstikan îtibara saziya me bixin' 
 
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli jî wiha got:"Ev pêkanînên bi vî rengî ne hiqûqî ne. Dixwazin bi van lîstikan îtibara saziya me bixin. Di serdema qayyim de li vir talan, dizî û îsraf hebû. Wê demê bila bi ser şaredariyê de bigirtana. Em ê derbarê vê yekê de serîlêdana sûc bikin."
 
Piştî daxuyaniyê HDP'yî ji avahiya şaredariyê veqetiyan.