Jinên Qamişloyê amadekariya Cejna Qurbanê dikin
- 09:08 10 Tebax 2019
- Rojane
Şêrîn Zêrevan - Rojda Seyidxan
QAMIŞLO - Jinên li bajarê Qamişloyê ku ji bo Cejna Qurbanê amadekariyên xwe dikin, derbarê cejnê de axivîn û gotin: "Li gel gef û êrîşên dewleta tirk yên li ser axa me, em dibêjin ku em ji pêkanînên dewleta tirk natirsin û em ê li gel hemû êrîşan cejna xwe pîroz bikin."
Li gel gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê, welatiyê bajarê Qamişloyê amadekariya Cejna Qurbanê dikin û li bazaran pêwistiyên zarokên xwe bi cîh tînin. Têkîldarî vê mijarê jinên bajarê Qamişloyê nêrînên xwe parve kirin.
'Cejin tê wateya kêyfxweşiyê'
Dayika Firyal Hesko Cejna Qurbanê li tevahiya Gelê Kurd pîroz kir û wiha got: " Cejin tê wateya kêyfxweşiyê, ji bo wê em ê vê cejnê jî bi kêyfxweşî derbas bikin. Îro jî em daketine bazaran û li kêyfxweşiya gel mêze dikin. Cejin tê wateya ku mirov li hev kom bin û rojên aram bijîn. Tevî ku dewleta tirk gef û êrîşên xwe li ser gelê me ferz dike, lê em ji pêkanînên wê natirsin
û em ê li gel hemû êrîşan cejna xwe pîroz bikin û pêwistiyên zarokan bi cîh bînin. Ger ku êrîş li ser me bê kirin jî em ê tev bibin yek û heta dawiyê li ber xwe bidin."
'Di cejnan de herî zêde zarok kêfxweş dibin'
Emel Yusif jî kêyfxweşiya xwe ji bo cejna qurbanê anî ziman û wiha got: "Weke her sal gel bi coş û moreleke mezin Cejina Qurbanê pêşwazî dikin. Em îro daketine bazaran û cilên cejnê, ji zarokan re dikirin. ji ber ku di cejinan de herdem zarok kêfxweşiyê dijîn. Em jî ji bo ku wan kêfxweş bikin ji wan re cil û bergan dikirin. Li dijî gefên dewleta tirk û êrîşên wê jî em amade ne ku xwe biparêzin."