Komîteya Aborîyê ya Taxa Şêx Meqsûdê dikan vekir
- 08:37 10 Tebax 2019
- Rojane
HELEB - Ji bo pêşxistina aboriya civakê, Komîteya Aborîyê ya Taxa Şêx Meqsûdê ya Bajarê Helebê bi alîkariya gel û komînan projeya Kombuna Dustan da avakirin.
Di encama pêşketina rihê komînal li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, gelê taxê bi alikariya Komîteya Aborîyê bi yek rihî, projeya kombuna dustan ava kirin. Di Dikana Dustan de pêdiviyên xwarin, alavên paqijî û lîstokên zarokan tên firotin.
Vekirina dikana Dustan bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Taxa Şêx Meqsudê ya bajarê Helebê Valentîna Ebdo axivî û got: "Vekirina dikana Dustan ji encama ked û xebata komîteyên Aboriyê hat avakirin. Cara yekemîn e ku projeyek bi vî rengî hat avakirin. Em bi vê serkeftinê kêfxweş in. Aboriya civakî û komînal li ser esasê ked û karê hevbeş tê avakirin, ew rih tê wateya civaka xwe bi xwe bi rê ve dibe ev jî cihê şanaziyê ye."
Piştî vekirina dukana Dustan gel bi kêfxweşî li tiştên dukanê mêze kirin.