Hemleya Kongreya Star a li dijî êrîşan didome
- 08:34 10 Tebax 2019
- Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşmeya "Ax û Rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAÎŞ’ê têk bibin" bi sedan ji jinên Efrîn û Şehbayê meşek li dijî dagirkeriyê li Navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xistin.
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi dirûşma"Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAÎŞ’ê têk bibin" ji bo ragihandina Hemleya Kongra Star li dijî dagirkeriyê li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê meşek li dar xistin.
Jin bi cil û bergên gelêrî tevlî meşê bûn, jinan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê her wiha pankertên bi nivîsên "Na ji îxanetê re", "Berxwedan jiyan e", "Her der Kurdistan e", "Her der berxwedan e" hilgirtin. Jinan bi yek dengî nerazîbûnên xwe li hember dagirkeriyê nîşan dan.
Meş ji destpêka Navçeya Ehdas heta qada gundê Maratê domand. Paşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Wehîde Xelîl axivî. Wehîde balkişnad ser ragihandina Hemleya Kongreya Star a li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û got: "Hemleya me ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a ser xaka Kurdistanê ye. Em ê çalakiyên xwe tucar ranewestînin heya em dagirkeriyê têk dibin û Kurdistanê rizgar dikin."
Her wiha daxuyaniya hemleyê ya li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê hat ragihandin. Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a Herêma Efrînê Şervîn Rifet ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Li ser navê Koordinisiyona Kongreya Star a Herêma Efrînê em hemleya xwe di dîroka 09.08.2019 de li ser bingeha ragihandina hemleya Rojava bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAÎŞ’ê têk bibin" ragihînin, bi rihê berxwedana serdemê di pêngava duyemîn ya berxwedanê berdewam dike, bi hemû hêza xwe di hemû astan de têkoşîn mezin dibe werin em bi hev re hîn xurtir bikin.
Hemû cureyên siyaseta qirkirinê dimeşîne ji parçebûna laşê jin û zarokan yên ku dihat komkirin û şahadeta pîroz bi tilîliya dihat ragihandin û gotina 'Bê zarok em dikarin jiyan bikin, lê bê rûmet em nikarin jiyan bikin' her tim tê ser ziman, di şexsê Şehîd Barîn Kobanê de hovîtiya dagirkeran li ser xaka Bakur û Rojahilata Sûriyê hat xuyakirin, bi armanca avakirina Herêma bi ewle bi êrêkirina koalîsyonê xeyal û berjewendiyên Osmaniyan bi cih bîne.
Bi daxwaza jinên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bangewaziya me ji tevahî cîhan û raya giştî re ew e ku li dijî dagirkeriye Tirkiyeyê, kûrbûna aloziyê û zindîkirina DAÎŞ'ê em bi hev re bibin yek li hember dagirkeriyê têbikoşin, bi israr berxwedanê xurt bikin û parastina nirxê şoreşê bikin. Her wiha ji bo rê li pêşiya dagirkeriyê bê girtin, çawa me teror têk bir em ê destkeftiyan biparêzin bi derbasbûna di nava qadên parastina jin û giştî de xurt bikin.
Bangwaziya me ji Netewên Yekbûyî û dadgeha Lahay ya navnetewî re ew e ku van êrîşan bisekinînin û ji hemû hêz û civakên navnetewî re heya ku rola xwe bilîzin û li dar xistina dadgehek navnetewî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li gorî pîvanên edalet û gerdûnî were kirin. Bi rihê Şehîdên azadiyê Aveste, Barîn û Eyleman ew weke jinên Efrîn û Şehbayê parastina şoreşa xwe bikin û xwedî li nirxên rûmetê derkevin."