Li Beşîkduziyê îşkence berdewam dike

  • 16:01 9 Tebax 2019
  • Rojane
TRABZON - Girtiyê li Girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduziyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir tehdîda, "Em ê malbata te rehîn bigirin" lê hat kirin.
 
Girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduziya Trabzonê ji mijdara 2018'an heta niha bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye.  Derbarê girtîgehê de Baroya Wanê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di demên cuda de rapor amade kiribûn û ev rapor bi raya giştî re parve kiribûn. Li girtîgehê ji îşkenceya bi falakayê bigre heta bi lêgerîna tazî her cureyên îşkenceyê lê tên kirin. Herî dawî girtiyê bi navê Ozgur Gurbuz ku lêgerîna tazî qebûl nekir ji aliyê gardiyanan ve hat tehdîtkirin û jê re hat gotin ku ewê destûrê nedin malbata wî ji cihê hevdîtinê derkeve. Li ser vê zexta ku hat kirin dayika Ozgur Lutfiye Gurbuz bi rêya Baroya Amedê serlêdana sûc li Dozgeriya Komarê ya Trabzonê kir û got ku ew ê îşkence û muameleya xirab qebûl nekin. 
 
Lutfiye diyar kir ku ew çûye serdana lawê xwe, ji mecbûrî hevdîtin zû qedandine û wiha berdewam kir: "Piştî hevdîtinê di serî de Ozgur derxistin û em li cihê hevdîtinê man. Li derve li lawê min lêgerîna tazî ferz kirin, piştî lawê min qebûl nekir ew bi rehîngirtina me tehdît kirine. Ozgur qêriya û got, 'malbata min rehîn negirin. Dengê wan me jî bihîst. Ji roja ku zarokên me birine Beşîkduziye îşkence li wan tê kirin. Em êdî nema vê bêhiqûqiyê qebûl dikin. Me serlêdana sûc kir û em ê şodarên dozê bin."