Gundê Şêrewa tê topebarankirin: Pitikek bi giranî birîndar bû
- 14:24 9 Tebax 2019
- Rojane
ŞEHBA - Artêşa Tirk û komên girêdayî wê ji serê sibehê ve û heta niha gundê navçeya Şêrawa topbaran dikin û hat diyarkirin ku di encama vê topebaranê de 4 welatî birîndar bûne.
Artêşa Tirk û komên girêdayî wê ji serê sibehê û heta niha gundên Meysê, Zîmehîtê û Aqrîbê yên navçeya Şêrawa ya girêdayî Efrînê ye bi dijwarî topebaran dikin. Di encama topebaranê de hat ragihandin ku di encamê de 4 welatî û pitikek bi giranî birîndar bûn.
Kesên ku birîndarbûne navê wan wiha ye: Dayika Kibar Berket 50 salî ye, Remzî Berket 30 salî ye, Sozan Eliko 20 salîye û Mervan Berkat 1 salî ye.