'Divê derbarê îdiayên îşkenceya li Girtîgeha Xarpêtê lêpirsîn bê kirin'

  • 13:33 9 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Baroya Amedê derbarê îdiayên îşkence li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan tê kirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê hat gotin divê kesên îşkenceyê pêk tînin bên tespîtkirin û derkeve pêşberî darazê. 
 
Baroya Amedê derbarê îdiayên îşkence li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan tê kirin daxuyanîya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hinek xizmên girtiyan li baroyê geriyane û gotine girtiyên xizmên wan di girtîgehê de bi pêkanînên ne baş rû bi rû tên hiştin, tên îşkencekirin û alîkarî xwestin. Her wiha hat diyarkirin ku piştî serlêdana xizmên girtiyan Serokê Baroyê, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê çûne hevdîtina girtiyên di Girtîgeha Jinê û 1'emîn û 2'yemîn Girtîgehên Ewlehiya wê Bilind.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di encama hevdîtinê de hinek girtî di 4'ê Tebaxa 2019'an de ji aliyê memûrên parastinê yên înfazê hatine îşkencekirin. Girtiyan diyar kirine ku ji ber îşkenceyê canê wan şîn bûye. Ji hinek girtiyan ên bi navê M.K û A.D li odeya hevdîtinê ya parêzeran kincên we derxistine û cihê ku şîn bûye û werimiye nîşan dane. Her wiha girtiyan diyar kirin ku li koguşên wekî din jî îşkence hatiye kirin. Ger ev îdiana rast bin wê demê nêzî 50 girtî bi îşkenceyê rû bi rû hatine hiştin. 
 
'Serîlêdana sûc hat kirin'
 
Derbarê îdiayan de me xwest em bi mudurê girtîhê hevdîtinê bikin lê bi hinceta destûra salane bi kar tîne hevdîtin pêk nehat. Mudurê duyem jî tevî hemû israrên me nexwest hevdîtin pêk bê. Derbarê îdiayên girtiyan me li Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê serîlêdana sûc kir. 
 
'Herin serdana girtiyan û bibin şahidê îşkenceyê'
 
Em dixwazin bi awayekî lez derbarê îdiayên îşkence û muameleya ne baş a li 2'emîn Girtiîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê de lêpirsîn bê destpêkirin. Em ê vê rewşê ji wezareta dadê jî ragihînin. Em daxwaz bikin ku kesên ev îşkence pêk aniye ji kar bê dûrxistin. Wekî Baroya Amedê ji bo ev bûyer zelal bibe çi ji destê me bê em ê bikin."