Li Baglarê serdegitinên malan didomin
- 12:35 9 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Li Baglarê ku serdegirtina malan berdewam dike, polîsan deriyê malekê şinadin û yek jê jina ducaîn 3 kes binçav kirin.
Li navçeya Baglarê ya Amedê îro serê sibehê polîsan bi ser du malên li navnîşanên cuda de girt. Hat diyarkirin ku li navnîşanekê polîsan deriyê malê şinadine, bi kuçikên ku li gel xwe anîne lêgerîn kirine û hemû alavên li malê belav kirin. Hat aşkerakirin ku xwediyê malê M.Emîn Akgun jî li ber çavê zarokên xwe yên 6-8 salî hatiye derbkirin. Piştî lêgerîna li malê M.Emîn Akgun, hevjîna wî ya 4 meh ducanî Rabîa Akgun û jineke mêvan ku li malê bû navê wê nehat zanîn hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirina kesên li malê nehat zaîn û hat diyarkirin ku 3 kesên hatin binçavkirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Amedê.