'Hemû jinên azadî û demokrasiyê dixwazin bila dengê xwe bilind bikin'
- 09:59 9 Tebax 2019
- Rojane
KOBANÊ - Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya ya "Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe" ragihandin.
Bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star, jinên ji herêma Cizîrê, herêma Firatê, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrezorê bi hemû pêkhateyên xwe, li Kantona Kobanê kom bûn bi meş û bi daxuyaniya çapemeniyê kampanya ya xwe ya li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin dirûşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêze, DIAŞ û dagirkeriyê têk bibe" ragihandin.
Meş li parqa 19'ê Tîrmehê dest pê kir û heya qada jina azad bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî", "Bimre jiyana koletî" û "Berxwedan jiyan e" rawestiya. Paşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê jinên herêma Firatê Ayşe Efendî û li ser navê jinên Reqayê Meryem Îbrahîm axivîn û gotin: "Wê ev kampanya bibe bersiva hemû êrîş û gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."
Piştî axaftinan daxuyaniya Koordinasyona Kongreya Star a Rojava bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Madlên Mela ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: "Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 8 sal in ku di pêşketina avakirina Girava azadiyê de ji bo jinan û gelên cîhanê re têkoşîneke bêhempa û dijwar dide meşandin. Dewleta Tirkiyê, ji destpêkê ve vê têkoşînê ji bo xwe weke tehdîdekê dide nîşandan. Ew DAIŞ’a ku rûreşîya mirovatiyê îfade dike, bi hevkarî û piştgiriya dewleta Tirkiyê re ye. Heger em bînin bîra xwe, wê demê ji vê pêla tehdîdên nû ya ku berê wê dide erdnîgariya me jî em ê pir baş fêm bikin. Em weke gelên vê xaka pîroz me êrîşên dijwar ên DAIŞ’ê têk bir û hakîmiyeta wan a li ser cografyayê bi dawî kir. Me ev yek bi berxwedanî û qehremaniya hezaran keç û xortên xwe ve bi ser xist. Em di jiyankirin û avakirina şoreşê de pir baş dizanin ku şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa jinê ye. Ev şoreş, bi hezaran sal şûnde ji bo gelên Rojhilata Navîn derîyekê demokrasiyê vekir. Ji hemû gelên cîhanê re jî ev sîstema demokratîk û azad, bûye çavkaniya hêviyan. Cografyaya me. Ji ber van taybetmendiyên xwe, zihniyeta netew-dewletê aciz dike. Me bi têkoşîna xwe ya xurt a 8 salan êrîşên DAIŞ’ê têk bir û ji hemû cîhanê re qada demokrasiyê vekir.
Rojava di nava qeyrana Rojhilata Navîn de ji bo gelan herêmeke herî zêde ewlehiyê dide avakirin e
Niha jî, Tirkiye bi vê derewa koridorê ya ku ji bo gelên me wek herêma ewle bi nav dike ve bazariya korîdora komkujiyan dike. Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî şert û mercên hilweşîn û şerê giran ên gelan şûnde, jiyana azad ava kiriye. Çima ev avabûna jiyana azad ji bo Tirkiyê weke tehdîtek tê dîtin gelo? Weke ku hemû cîhan jî dizane em ji bo kesî nebûne tehdît û em ê ji bo tu kesî jî tucarî nebin tehdît. Qada me li ser navê hemû nirxên mirovatiyê têkoşîneke bê hempa dide meşandin. Lê belê, li hemberî vê yekê Erdogan û Baxçelî bi gotinên xwe yên 'Em ê wan bixin binê erdê, bişewitînin, hilweşînin' ve tehdîdan dikin. Rojava di nava qeyrana Rojhilata Navîn de ji bo gelan herêmeke herî zêde ewlehiyê dide avakirin û jiyana ewle û parastinê îfade dike. Avakirina jiyana azad a ku li ser destkeftiyên yekitiya azad ên gelan, temsiliyeta wekhev, hevjiyana azad, netewa demokratîk û konfederalîzma demokratîk xwe bilind dike û pêş dixe, van mijaran jî di rastiyê de ne tehdîteke. Berevajî vê, ewlekariyê îfade dike.
Li hemberî DAIŞ’ê, berxwedan û têkoşîna asta herî bilind û gerdûnî daye qezenckirin
Bi berxwedana destanwarî ya ku taybet li Kobanê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye dayîn de 12 hezar şehîd û bi hezaran birîndar û gaziyên şer, me daye vê xaka pîroz. Bi vê berxwedana destanwarî ve me di giştî cihanê de li hemberî DAIŞ’ê, berxwedan û têkoşîna asta herî bilind û gerdûnî daye qezenckirin. Ji bo hêzên pêşveker ên cîhanê me navendeke ku bala her kesî dikşîne daye avakirin. Ev serkeftina mezin a ku bi destkeftiyên şoreşa azadiyê ve li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê hatiye qezenckirin ya me bi xwe ye! Ev serkeftina ku li Kobanê dest pê kir û li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye li ser navê hemû mirovahiyê hatiye qezenckirin. Ev serkeftin, serkeftina hemû gelên Ereb, Turkmen, Kurd, Sûryan-Asûrî, Çeçen, Ermen û hemû jinên ku li ser vê xaka pîroz bi hev re dijîn, ên wan bi xwe ne. Di sedsala 21’mîn de mêtîngerî û faşîzm qirkirinê ji bo jinan, zarokan û gelan rewa tê dîtin. Şoreşa Rojava fersendeke bêhempa ji me re pêşkeş dike da ku em pêşî li neheqiyan bigirin. Ji bo herkesên ku aliyê aşitî, azadî, demokrasî û yekitiya gelan de cihê xwe digirin em bangewaziyê dikin û dibêjin ji bo qirkirin û êrîşên dagirkeriya Erdogan bidin sekinandin, werin em bi hev re bikevin nava liv û tevgerê.
Dîrok ji me re dibêje li ser vê axê rihê kêliyê bax bixwînin û bixin meriyetê
Em ji bo dewleta Tirkiyê jî bang dikin ku bila xwe nexin nava xewin û xeyalên osmaniyan û bila polîtîkayên xwe yên êrîşkar û tehdîtwarî yên li ser gelên me didine meşandin terk bikin. Bi awayekî îsrar em îfade dikin ku ev erdnîgarî û gelên me yên ku DAIŞ têk biriye, ji bo Tirkiyê cîrana herî bi baş û ewle ye. Dîrok, ji me re bangewaziyê dike û dibêje li ser vê axê rihê kêliyê baş bixwînin û bixin meriyetê. Kesên ku bi zihniyeta dewlet-netew hereket dikin û taybet jî dewleta Tirkiyê divê baş zanibe ku yên ku vê bangewaziya dîrokî nikaribin bixwînin, wê xwe di nava sergoya dîrokê de bibînin. Dewleta Tirkiyê xwe ji bo êrîşa dagirkirinê amade dike. Li Kobanê DAIŞ'ê winda kiriye, lê belê dewleta Tirkiye careke din dixwaze zihniyeta DAIŞ’ê zindî bike. Bi zindîkirina DAIŞ’ê ve hem ji xwe re û hem jî vê erdnîgariyê re wê êş û azarên mezin bide jiyankirin.
Êrîşa dagirkeriyê ne tenê ji bo kurdan her wiha ji hemû jinan û cîhanê re tehditek mezin e
Dewleta Tirkiyê Sala 2018’an li ber çavên hemû cîhanê li Efrînê sucên mirovatiyê pêk anî. Vê carê jî dixwaze vê sûcê hanê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike û ji hêvîyên jiyana hevpar a gelan re darbeyên giran bide. Bila herkes bizanibe ku wê ev şer wê feydeyê nede tu kesekî. Ev şerê bi xwîn ên ku bi dagirkirina Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bê destpêkirin wê li hemû Rojhilata Navîn bê îstiqrariyê û qeyranê hîn kûrtir bike. Bi tevî zindîkirina DAIŞ’ê ve ev dagirkerî li ser hemû dinyayê xeteriya herî mezin bide avakirin. Ji ber vê yekê, ev êrîşa dagirkirinê û şerê ku bê jiyankirin ne tenê ji bo kurd û gelên heremê her wiha ji bo hemû jinan û dinyayê tehdîdeke mezin e. Em li ser navên jinên Bakurê Rojhilatê Sûriyê û gelan ji cîhan û raya giştî ya Tirkiyê re û taybet ji hemû beşên hişyar ên li Rojhilata Navîn û Sûriyê re bangawaziyê dikin û em dibêjin werin em bi hev re li hemberî dagirkirinê têkoşînê bidin meşandin.
Dem ev dem e ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi dijwarî biparêzin
Gelên Bakur û Rohjilatê Sûriyê qezencên serkeftina bê hempa yên ku li dijî DAIŞ’ê hatine bidestxistin diparêze û bi biryara berxwedanek dijwar ve em ê van serkeftin û destkeftiyan bidin jiyankirin. Niha, dem ev dem e ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi dijwarî biparêzin. Sedsela 21’ min sedsala şoreşa jina ye! Em jinên Kurd tevî jinên ji çar aliyên dinyayê me rûyê serdestiya zilamên tarî yên DAIŞ’ê têk bir! Niha jî, em ê nebin temaşevanên wan kesên xwedî zihniyeta qirker û faşîst ên ku dixwazin tola vê binkeftinê bigrin û sedsala me ji me bidizin. Em sedsala xwe ya 21 mîn a ku sedsala jinan îfade dike teslîmî tarîtiya zihniyeta serdestên zilaman nakin. Em bang hemû jinên cihanê dikin da ku piştgirya xwe bidin me û tevlî têkoşîna me bibin. Destpêkê hemû gel û jinên ji Sûriyê û yên ku aligirê yekitiya demokratîk û azad ên Sûriyê ne, ji bo ev pêla êrîşkariya ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêktên ji bo bidin şikandin em bi şiyara "Ax û rûmeta xwe biparêzin, DAÎŞ û dagirkeriyê têk bibe"bangewaziya xwe dikin û dibêjin werin bi vê şiyarê ve em bi hevbeş têkoşînê bikin.
DAIŞ’ê di pîvanên gerdûnî de ji bo bêne darizandin em bang dikin
Em bang Dîwana edaleta navnetewî LAHEY û miletên yekbûyî dikin ku divê ji demek zûtir tehdîdên Tirkiyê yên ku li ser axa Sûriyê tên kirin bidin sekinandin û sûcên mirovatiyê yên ku li ser van erdan tên kirin de rola dewleta Tirkiyê lêkolîn bikin û bidarizînin. Bi hezaran jin û zilamên endamên DAIŞ’ê di pîvanên gerdûnî de ji bo bêne darizandin em bang dikin! Di heman demê de di vê darizandinê de pêwîst e rola xwe ya dîrokî jî bileyîzin. Em ê, Bakur û Rohilatê Sûriyê, bi rihê Hanna’ya ji Reqayê, Dr. Meryem’a ji Minbicê, Arin û Avesta’ya ji Efrînê, Barîn û Rêvan’a ji Kobanê, Toprak Çerkez, Hêlîn’a ji Îngiltereyê, Lêgerîn’a ji Arjantînê, Avaşîn’a ji Efrîqayê û Destan’a ji Tirkiyê ve biparêzin û bi rihê ew jinên ku ewqas aşiqî azadiyê bûn, parastina şoreşa xwe bikin! Ji hezaran şehîdên me re soza me ev e! Em ê welatekî demokratîk û azad ava bikin.
Hemû jinên ku aşitî, azadî û demokrasiyê dixwazin bila dengê xwe bi dengê me bilind bikin
Ji bo xiyalên nîvçe yên bi hezaran zarokên birîndar bûne, mirine û gazî mane bê temamkirin em ê li hemberî hemû êrîşên dijberî me bi zanebûna parastina cewherî ve bibin bersiv. Hemû jinên ku aşitî, azadî û demokrasiyê dixwazin bila dengê xwe bi dengê me bilind bikin û em dixwazin tevlî têkoşîna me bibin. Me wekî jin, bi têkoşînê mil da hevdû û DAIŞ têk bir. Em ê bi hev re jî faşîzmê têk bibin.
Werin em bi hev re bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAÎŞ’ê têk bibin" li dijî dagirkeriyê bisekinin. Têkoşîna jiyana azad a gel û jinan wê teqez bi ser bikeve.
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî têkoşîna hevpar a jinan" û "Bimre faşîzîm, mêtîngerî û dagirkerî" bi dawî bû.