Li Amedê biserdegirtina malan: Kesekî qeyrana dil derbas kir
- 09:10 9 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Polîsan nîvê şevê bi ser malê de girtin û Mehmetşah Bozkuş bi erdê kaş kirin. Mehmetşah ê ku bi erdê hat kaşkirin qeyrana dil derbas kir û tevî vê yekê jî tevî keça xwe Leyla Bozkuş hat binçavkirin.
Polîsan di derengiya şevê de bi ser malek li Kuçeya Bagcilar a Navçeya Rezana Amedê de girtin. Hat diyarkirin ku polîsên saet di 01.30 şevê de bi ser malê de girtine derîyê malê şikandine û heqaret li kesên malê kirine. Polîsan kesê bi navê Mehmetşah bi erdê de kaş kir da ku wî binçav bikin. Mehmetşahê ku ji aliyê polîsan ve bi erdê hat kişandin qeyrana dil derbas kir.
Tevî vê yekê Mehmetşah û Leyla hatin binçavkirin. Mehmetşah bi ambulansê birin. Malbata Mehmetşah diyar kir ku derbarê rewşê de wan tu agahî bi dest nexistine. Hat bilêvkirin ku di lêgerîna li malê de polîsan hemû tişt tevlihev kirine.