'Berxwedana me wê her tim li dijî êrîşan bidome'

  • 09:01 9 Tebax 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Şehba û navçeya Şêrewayê şermezar kirin û gotin: "Em êrîş û gefên dewleta Tirk şermezar dikin. Berxwedana me wê her tim li dijî êrîşan bidome."
 
Dewleta Tirk piştî êrîşên li ser Efrînê û koçberkirina gelê ji wir  êdî careke din êrîş û gefên xwe ên li ser gelê Efrînê ên ku li Şehbayê bi cih bûne nû dike. Jinên Efrînê di derbarê van êrîşan de nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Bê ax û welat nabe'
 
Dayika  Suad Bekir a ji Efrînê wiha got: "Li Efrînê dewleta Tirk bi şêwazek hovane êrîşî me kir, niha jî careke din bi balafir û gefên xwe li ser ezmanên Kantona Şehbayê û navçeya Şêrewa balafirên xwe difirînin. Ji bo gel bitirsîne, her tiştî dike. Lê em gelê Efrînê ji êrîşên wî natirsin û her tim berê me li Efrînê ye. Bê zarok dibe, lê bê ax û welat nabe."
 
'Banga me berxwedan e'
 
Di dawiya axaftina xwe de Suadê bang li dewletên Navneteweyî kir û wiha got: "Em gelê Efrînê banga hemû dewletên Navneteweyî û saziyên mafê mirovan dikin ku  li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Heya dawiya jiyanê banga me berxwedan e."
 
'Zarokên me bê bav hiştin'
 
Endama Komînê Leyla Remo jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk êrîşên xwe  li ser gundewarên Şehba û Navçeya Şêrewa dike. Zarokên me ji dengê balafiran ranakevin. Ne bes e li Efrînê zarokên me bê bav hiştin. Jin, zarok, pîr û kalên me bi tundî qetil kirin. Niha jî gefên xwe li Şehba û Rojhilata Firatê dixwin. Em hemû êrîşan şermezar dikin û em dibêjin ku em ê her dem li dijî zilmê bisekinin."
 
'Em ê tim êrîşan şermezar bikin'
 
Emel Sîdo jî hestên xwe li hember gefên dewleta Tirk anî ziman û got: "Em niha li Şehbayê bi cih bûne, lê dîsa em ji gef û êrîşên dewleta Tirk xilas nebûn. Armanaca dewleta Tirk ew e ku em ji Şehbayê derkevin û Efrîn jê re bimîne, lê em nahêlin ev xeyal pêk were. Em ê berxwedana xwe bidomînin û serkeftin tim a Gelê Kurd e. Em êrîşan şermezar û lenet dikin."