ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2019'AN

  • 09:00 9 Tebax 2019
  • Rojev
*Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Şehba û navçeya Şêrewayê şermezar kirin û gotin: "Em êrîş û gefên dewleta Tirk şermezar dikin. Berxwedana me wê her tim li dijî êrîşan bidome."DÎMEN HEYE
 
*Endama Saziya Rewşenbîr a Kantona Hesekê Efaf Hiskê  derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî. Efafê diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan çareserkirina aloziya Sûriyeyê asteng dike û got:"Pêkanîna tecrîdê dijminatiya li dijî mirovatiyê ye. Tecrîd rê li demokratîkbûyinê digire." DÎMEN HEYE
 
*Der barê dîwarên sînor ên navbera Suriye û Tirkiyeyê de ku 5 sal berê çêkirina wan dest pê kir, her roj îdiayek nû dertê holê. Tê îdiakirin ku bi hinceta ewlehiyê wê di demeke nêz de ceyranê bidin têlên li ser sînor. DÎMEN HEYE
 
*Gundê Qere Muxê ku xwedî dîrokeke kevnar e, di roja îro de bûye qada berxwedan û têkoşîna li dijî gefên dewleta ên Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Amedê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku Tirkiyeya ku di aborî, siyaset, jiyana xebatê, pirsgirêka Kurd de krîzê dijî, meclîs ketiye betlanê û der barê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re yên ji 23’ê Hezîranê heta niha de jî wiha got: “Kêfî tev digerin. Divê birêz Ocalan nebe alava hilbijartinê. Divê cidiyet hebe.”DÎMEN HEYE
 
*Rêxistina Jinan a Piştevaniya Mor, piştî têkoşîn û rêxistinbûna 4 salan şûnde, Komeleya Jinan a Piştevaniya Mor vekir. Gamze Gok xebat û hedefên xwe yên 4 salan vegotin: “Îdiaya me ya ku em cudahiyên xwe veguherînin dewlemeniyê hebû. Me ev pêk anî.” BI DÎMEN
 
*Piştika bi navê Avşîn ku ji ber 6 sal û 7 meh ceza li dayika wê hat birîn, 9 meh e bi dayika xwe re li girtîgehê dimîne û ji welîdînê jî nexweşiya wê ya hemanjîom (tumorê damarê) heye. Hat hînbûn ku rewşa Avşînê hatiye astek krîtîk.