Çalakiya paqija Gola Wanê ya jinên TJA'yê bi dawî bû
- 08:37 9 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Çalakiya paqija Gola Wanê ya jinên TJA'yê ya di çarçoveya kampanyaya dabûn destpêkirin de bi paqijiya perava Artemêtê bi dawî bû.
Aktivîstên jin ê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya ku bi dirûşma "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" dest pê kiribûn, çopên li derdora Gola Wanê, Artemêt û Tûşbayê dan hevdu. Aktivîstên TJA'yê berdilkên bi nivîsa "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" li xwe kirin û çopên li dora golê dan hevdu.
Paqijiya ku sê rojî dewam kir bi paqijkirina perava Artemêtê bi dawî bû.