Dayika Deniz ew li cihê ku birîndar ket bi bîr anî
- 15:16 8 Tebax 2019
- Rojane
MEXMÛR - Di 8'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Mexmûrê kirin. Rojnemavan Deniz Firat dema ku li ser karê xwe bû ji aliyê çeteyên DAÎŞ' ê ve hedef hat girtin. Bi minasebeta 5'emîn salvegera şehdadeta Deniz Firat malbat çû cihê ku lê birîndar bûbû.
Di 6'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ' ê êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cudî) kirin. Rojnemavan Deniz Firat wê demê li ser karê xwe bû dixwest wê hovitiya DAÎŞ' ê bi raya giştî re parve bike. Deniz dema şopandina nûçeyê de hedef hat girtin bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Hewlêrê lê belê Deniz Firat tevlî kerwanê nemiran bû. Îro bi minasebeta 5'emîn salvegera şehadeta wê malbata wê çûn cihê ku lê birîndar bûbû. Dayika Şehîd Deniz Firat ya bi navê Siltan Yildiztan di derbarê 5'emîn salvegera şehadeta wê de axivî. Siltanê got:" Îro bi minasebeta şehadeta Deniz em wek malbat û hevalên wê hatine cihê ku lê birîndar bûyî. Çiqas dem jî derbas bibe her birîna me nû ye û di kesayeta wê de ez hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejina xwe li ber bîranîna wê ditewînim. Ji bo em soza wan bi cih bînin ala wan rabikin em li cihê wê ne. Em wek malbat sersaxî ji Rêbertî heval û kurdên bi şeref û namûs re dixwazin."
'Em ê serî netewînin'
Dayika Rojnemavan Deniz Firat di berdewamiya axaftina xwe de balkişandin ser ambargoya li ser Mexmûrê û wiha domand:" Wek tê zanin ev 22 roje dorpêçek dijwar li ser me tê meşandin nahêlin ku tu kes ji wargehê derkevin. Em niha di rewşek wek sala 2014'an dijîn wê demê çeteyên DAÎŞ'ê derdorê me girtibû niha jî PDK' ê bi hevkariya dewleta tirk êrişî me dike ku nahêlin kes ji wargehê derkeve. Tiştikê ku me di 2014'an de jiya niha jî em heman tiştî dijîn ku rê nadin nexweş karker ji wargehê derkevin. Ev der çiyayê Kareçoxe cihê ku Şehîd Deniz lê birnidarbûyî me lê darên zeytûnê çandiye wê tu carî ev dar hişk nebe wê şaxên xwe bera nava axê bide şoreşa me jî weha ye her roja ku derbas bibe em xurtir dibin û wê serkeftin ya me be. 3 keçên me şehîd bûne bi destê îxanetê her roja dibûhûre kin nefreta me li dijî dijmin mezintir dibe. Em ê serî netewînin."
'Divê Kurd bibin yek'
Siltan Yildiztan wiha got:"Ev zaroka niha li ba min e Deniz navê lê kiribû. Wê jî xwest îro bi me re were. Ev der ji bo me cihekî pîroz e. Em her tên vir serdan dikin û tiştê ku îro em pê diêşin ku bi destê tirkan şerê birakujî tê meşandin. Gotinek pêşiyan heye dibêje heya ku em nebin yek em ê herin bi yek bi yek ku em jî nebin yek wê ev nêzikatiya me xizmeta dijminê me bike. Carek din şehîdên şoreşê bi bîr tînim û serkeftin dixwazim. Serkeftin ya me ye. Bijî Rêber Apo Şehîd namirin."
'Ew bûn şopsdarê heqiqetê'
Pêşkêşvana Jin Tv ya bi navê Bêrîvan Tunc jî li wir amede bû wê jî wek rojnemavanekê di derbarê vê rojê de hest û nêrinên xwe anî ziman û wiha got:" Di serî de ez di kesayeta Hevala Şevîn de hemû şehîdên şoreşê yên çapemeniya azad bi bîr tinim li ber bîraninê wan bejina xwe ditewînim. Wek tê zanin îro salvegera şehadeta rêhevala me Deniz Firat e. Deniz dixwest hovitiya çeteyan û berxwedana gelê wargehê bi raya giştî re parve bike loma bû hedefa çeteyên hov. Her wiha dema ku hevrêya me Nûjiyan Erhan jî li Xanesorê nûçe dişopand hedef hat girtin. Bi rastî sekina hevala Deniz Nujiyan û Rizgar ji bo me minak bû. Van rêhevalana her dem dixwestin bi kamera û wênekêşa xwe vê rastiyê bi raya giştî re parve bikin."
'Em ê pênûs lênûska wan li ardê nehêlin'
Rojnamevan Bêrîvan Tunu di dawiya axaftina xwe de got:"Em ê wek rêhevalên wan pênûs û wênekêşa wan li erdê nahêlin. Em ê bibin şopdarê rêça wan. Ji bo em xeyalê van hevalên xwe bi cih bînin xebatê wan bidomînin çi erk bikeve ser milê me em ê bi cih bînin."