Konê Mertalê Zindî li Serêkaniyê hat vedan

  • 14:33 8 Tebax 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina gef û êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Serêkaniyê, konê mertalê zindî, hate vedan.
 
Bi sedan kes, sazî, rêxistin û Meclisên bajarên Serêkaniyê û Zirganê bi meşeke girseyî ber bi konê mertalê zindî bi dirûşmeya "Na ji dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê", ku li li navbera sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê li bajarokê Til Helef hate vedan,  ketin rê, nêzî 2 km meşiyan û dirûşmeya"Berxwedana gelê Bakurê Sûriyeyê, faşîzim û dagirkeriya Tirkiyê, têk dibe", berz kirin.
 
Piştî ku gel gihaştin kon berê xwe bi sînorê Tirkiyê ve kirin û gotin 'Jin Jiyan Azadî û divê qatilê mirovahiyê were lêpirsîkirin', berz kirin. Endama Komîteya amadekar Şêrîn Hemo axivî û wiha got: "Armanca me ew  e ku em bibin mertalê zindî li dijî dagirker û faşîstan. Her du rojan dê du navçe tevlî kon bibin, saetên serdana kon hene ku endam û rêveberiyên saziyan tevlî bibin her wiha dê şande jî werin. Çalakiya kon dê dewam bikin." 
 
Konê mertalê zindî, dê bi tameşekirina sivinizyonan di saetên êvarî de her wiha komên dîlan û stranan jî amade bûne.