Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bîranîn

  • 12:16 8 Tebax 2019
  • Rojane
WAN - Rojnameger Denîz Firat  di 5`emîn salvegera şehadeta xwe de  li ser gora xwe hat bîranîn. 
 
Bi boneya 5'emîn salvegera şehadeta Rojnameger Denîz Firat a ku li Maxmurê dema nûçe dişopand di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ`ê de jiyana xwe ji destdayî ji aliyê xebatkarên çapemeniya azad ve  li ser gora xwe ya cihê ji dayikbûnê li Gundê Xecxatûnê yê Ebaxa Wanê hat bîranîn. 
 
`Em şopdarên têkoşîna Denîzê ne`
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre rojnameger Hîkmet Tunç li ser têkoşîna Denîzê axivî. Hîkmetê diyar kir ku ew ê heta dawiyê têkoşîna Denîzê bidomînin û wiha got:“  Em Denîzê bi rêzdarî bi bîr tîn. Denîz di sala 2014`an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ`ê ve dema nûçe dişopand bi parçeyên şerapnelê hat birîndarkirin û piştre jî li nexweşxaneyê di 8'ê Tebaxa 2014'an de jiyana xwe ji dest d. Denîz sozdara gelê xwe bû. Denîz dema rojnamegertî dikir dengê jinên êzîdî ji hemû cîhanê re da bihîstin.  Denîzê heta dawiyê dev ji qemera xwe berneda.  Em ji wekî hevalên Denîzê em ê heta dawiyê li pey têkoşîna wê bin. Bi mîrasa Gurbeteliyan, Ayfer Serçeyan û Nujiyanan em ê li pey tekoşîna wan bin.” 
 
`Denîz Evîndara heqîqetê bû`
 
Piştî Hîkmetê brayê Denîzê Seyat Yildiztan axivî. Seyat jî bal kişand ser têkoşîna Denîz Firat û wiha axivî;“ Li ku derê zilm hebû Denîz li wir bû. Ji bo derxistina holê ya rastiyan dildar bû. Ew evîndara heqîqetê bû. Denîz,Sarya û Binevş bi hev re têkoşîn dan û heta dawiyê xwe ji vê têkoşînê berpirsyar dîtin. Em ê wan tu car ji bîr nekîn û dê pênûsê wan tu car li erdê nemîne. Em ê heta dawiyê şopdarên têkoşîna wan bîn.” 
 
Piştî axiftinan ji aliyê rojnamegeran ve li ser gora Denîzê qurnafîl hatin danîn û bîranîn bi dawî bû.