Şaredariya Sîlopiyê pirgirêkên navçeyê bi gel re çareser dike

  • 10:43 8 Tebax 2019
  • Rojane
ŞÎRNEX - Piştî şaredariya Cizîrê şaredariya Sîopiyê ji bo pirgirêkên navçeyê çareser bike bi gel re civînan li dar dixe.
 
Piştî Şaredariya Cizîrê Şaredariya Sîlopiyê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji bo pirsgirêkên navçeyê çareser bike bi gel re dest bi civînan kir. Civîna yekem ku bi gel re hat kirin li Parka Ahmet Kaya pêk hat. Civîna ku gel elqeyek mezin nîşanî wê de li bendê ye ku di dema pêşiya me de li hemû taxên navçeyê bên li darxistin.