Cîranên Denîz Firat: Bi zarokan re zarok bi mezinan re mezin bû

  • 09:56 8 Tebax 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Cîranên Denîz Firat ku li Mexmûrê ew nas dikirin bahsa wê kirin û diyar kirin ku Denîzê bi têkoşîna xwe bandoreke mezin li ser wan kiriye û bi zarokan re zarok bi mezinan re mezin bû.  
 
Sala 14'an dan de çetêyên DAÎŞ'ê bibûn belaya serê cîhanê û bi taxybetî li Rojhilata navîn roj nedima ku van çeteyan komkujî pêk nedianîn. Di serdemeke wiha ku çeteyên DAÎŞ'ê wekî gurê devbixwîn her roj êrîşî herêmê dikirin, di 6'ê Tebaxa 2014'an de van çeteyan vê carê berê xwe dan Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî ( Mexmûrê) û êrîş kirin. Niştecihên mexmurê berxwedaneke mezin li hember DAÎŞ’ê nişan dan û şerekî dijwar li mexmurê pêk hat. Di dema şerê dijwarde, ji bo ku berxwedana li Mexmurê tê kirin, nîşanî tevahî cihanê bide rojnameger Deniz Firat bi qemereya xwe di çeperên pêş yên şer de ev şer dişopand. Denîzê li gel qemereya xwe di heman demê de dibû şahidê vê pêla berxwedanê jî. Lê dema hewil dida dimenê şer bi kişîne, ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hat şehîd xistin û di 8'ê Tebaxa 214'an de jî li nexweşxaneyek Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
Deniz Firat bi sekna xwe û têkoşîna xwe bandorek mezin li ser gelê mexmurê kir. Dayikên mexmurê bîranînên xwe yên bi Deniz Firat re ji ajansa me re anîn ziman û wiha gotin: “Deniz Firat mirovek rih sivik, ru bi ken û pir fedakar bû.”
 
'Denîz pir fêdekar bû'
 
Dayika bi navê Ayşê Arzu hestên xwe û nêrîna xwe ya li ser Deniz Firat anî ziman û got: “ Deniz cîranê me bû, hatin û çuna me li gel hev hebû hebû. Deniz miroveke ruh sîvik û fêdekar bû, Hertim bi mirovan re keyfxweş û eleqedar bû. Rastî jî ez çiqas behsa Denizê bikim têr nabe ku wê bînim ziman. Her du rojan carekê dihat serî li me dida, pirsa rewşa me dikir. Rojekê hat min jê re got were taştê bixwe, wê got karê min heye divê berî karê xwe bikim. Her dem kare wê hebû. mirovek kedkar û bê sekin bû. Piştî roja min got were taştê bixwe heftiyek derbas bû, me wargeh berda û em derketin. Piştî wê ji xwe me xebera şahadeta denîzê bihîst. Şahadeta Denizê badorek mezin li ser min kiriye. Ji ber ku ferqa wê û keça min ji hev qet nebû.”
 
‘Ez soz didim tu car wê ji bîr nekim’
 
Qomrî Aygun ku ew jî yek jî niştecihên Mexmûrê ye û ji nêz ve denîzê nas dike jî  ji bo Denîz Firat wiha got: “ Min heval Deniz di sala 1994’an de li Şaranîş nas kir, lê wê demê hîn biçuk bû. Sala 2013’ an dubare bû cîranê me. Wê min nas kir û  ji min re got tu min nasdikî, min got na got ez Deniz im wê demê em ê ji nu ve hevdu nas bikin. Hevala Deniz hem ji bo zarokên min hem jî ji bo giştî zarokên taxê wekî hevalekê bû û pir bi zarokan re girêdayî bû. Hevala Deniz bi zarokan re zarok, bi mezinan re wekî hevalekê û bi kalan re ji kal bû. Her kesê ku Deniz naskirî êdî jê nediveqetiya û her dem dixwest li gel Deniz bimîne. Şahadeta wê bandorek pir mezin li ser min kir û ez soz didim ku Şehîd Deniz Firat, tu caran ji bir nekim û  hertim tiştên ku ji min re gotine wê di bira min de be.”