'Axa me rûmeta me ye em ê rê nedin dagirkeran'

  • 09:06 8 Tebax 2019
  • Rojane
Roj Hozan 
 
DÊRIK - Dayikên têkoşerên azadiyê li hember êrîşên  Tirkiyeyê bertek nîşan dan û gotin:"Axa me rûmeta me ye  em ê rê nedin Tirkiyeyê axa me dagir bike."
 
Jinên Dêrikê gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Jinan gotin: "Mirina herî bi rûmet a li ser axa welat e."
   
'Em dixwazin azad bijîn'       
 
Dayika bi navê Xanê Sedûn gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir û got: "Her dem, dewleta Tirk gefan li ewlehiya herêmên me dixe. Îro em di rewşekê de ne ji her mirovekî têkoşîn û berxwedan tê xwestin. Dewleta Tikr tu tiştekî wê li ser axa me tune ye dixwaze bi rêya van gefan herêmên me bike bin destê xwe û desthilatdariya xwe ferz bike, da ku her mirovek di bin koletiya dewleta wan de bê maf bimîne. Em tirkiyê li ser axa xwe qebûl nakin em dixwazin azad li ber gorê zarokên xwe yên canê xwe ji bo vê axê dane  bijîn."
 
'Divê em layiqî xwîna zarokên xwe derkevin'
 
Dayika Ferha Mihemed destnîşan kir  ku dewleta tirk dixwaze were malên wan talan bike û wiha axaftina xwe domand: " Piştî têkçûna DAIŞ'ê Tirkiye lawaz maye ji bo careke din ruhê xwe zindî bike, dixwazê qîmeta xwe di nava civaka navneteweyî de çêbikê û bêjê va hîn ez bi hêz im. Her kes baş dizane ku Tirkiyeyê di nava dewleta xwe de şikestiye û bi  rêya gefên li ser herêmên Bakurê Sûriyê vê şikandina xwe derman bike. Em ji Tirkiyê re dibêjin ku xeyalên te wê  pêk neyên va ye em ê dayik rê li ber te bigirin."
 
'Mirina herî bi rûmet li ser axa welat e'   
 
Dayika Wediya Ferman da zanîn ku Gelê Kurd aştiyê dixwazin û wiha got: "Dewleta Tirk neheqî û bê wijdaniyê li me dike û dijminatiya kurdan dike, dibêjê ez nahêlim Kurd bibin xwedî welat yan jî aram bijîn. Eger mirov li dîrokê binêrê  kurdan dewleta tirkiyê dewlemend kir, lê mixabin îro jî dewleta tirk qenciyê ji bîr dike. Her çiqas gef û êrîşên Erdogan dijwar jî bin em dev ji axa xwe bernadin. Daxwaza me aştî ye,  mirina herî bi rûmet li ser axa welat e. Axa me rûmeta me ye em ê rê nedin dagirkeran."