Semra Guzel: Em ê îmzeyê bavêjin bin xebatên girîng
- 09:05 8 Tebax 2019
- Rojane
Bêrîtan Canozer
AMED - Aktîvîsta TJA’yê û parlamentera HDP’ê Semra Guzel diyar kir ku kampanyaya TJA’yê ya ‘ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser piyan’ divê wek xebateke 5 mehan neyê dîtin û wiha got: “Em ê bi vê kampanyayê civakê biguherin. Ne em wê ew li gorî me jiyankirinê fêr bibin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 19’ê Tîrmehê de starta kampanyaya ‘ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ da destpêkirin. Li gelek navçe û navendan jin hatin cem hev û xebat û kampanya vegotin. TJA bi kampanyayê hedef dike ku xwe bigihîne hezaran jinî. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, naveroka kampanya û xebatan nirxand.
‘Kampanya parçeyek têkoşîna me ye’
Semrayê bi lêv kir ku bi pêkanînên faşîzan, zîhniyeta mêr li ser civakê bi bandor bûye û kampanya li ser hewcedariyê derketiye holê û jin her tim di têkoşînê de bûne. Semrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi van têkoşînan gelek destkeftî hatine bidestxistin. Ji mafê hilbijartinê bigire heta nûneriya wekhev, gelek destkeftî bi têkoşîna jinan hatin bidestxistin. Ev kampanya parçeyeke têkoşînê ye. Ji bo rêxistinbûn xurt bibe û têkoşîn mezin bibe me ev kampanya da destpêkirin. Ev kampanya 5 mehan dihewîne. Her me li gorî wê rojevê wê heye, li gorî van rojevan jî plansazî hene. Bêguman em xwe li gorî 5 mehan sînor nakin. Piştî 5 mehan şûnde jî wê xebatên me hebin.”
‘Wê ew li gorî me bijîn’
Semrayê her wiha di berdewamiya axaftina xwe de got di çarçoveya xebatên kampanyayê de bernameya ‘Konvoya Mor’ pêk hatiye û rastî eleqeyek mezin hatiye û wiha pê çû: “Ji vir şûnde jî em ê îmzeyê bavêjin xebatên girîng. Konvoya Mor, ji aliyê femînîstên Tirkiyeyê ve eleqeyek mezin dît. Di çarçoveya guherîna mêr de perwerde û xebat wê hebin. Mêr li kahwexaneyan peyarêyan dagir dikin, em di çarçoveya vê de dikarin çalakiyê pêk bînin. Armanca me ne tenê ku jin tevlî têkoşînê bibe, di heman demê de guhertina mêran e. Bi nêrîn û pêşniyarên tên em xebatên xwe dewlemendtir dikin. Em ê nîşan bidin ku jin li her qada xebatê ne û divê mêr hînî vê bibin. Ne em divê ew li gorî me bijîn.”
‘Em ê civakê biguherin’
Semrayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew guherînek şexsî naxwazin ew behsa guherîneke civakî dikin û wiha pê de çû: “Em ne tenê wek şexs zîhniyeta mêr, em ê zîhniya giştî dewletê biguherin. Guherîn bêguman pêkan e, ji ber zîhniyet her tim ne wisa bû. Em dixwazin vegerin dema ku xweza û jiyana wekhev girîng bû. Em têkoşîna vê didin. Em bawer dikin ku wê bi ser kevin.”