Dayîkên Serêkaniyê: Em ê bibin mertalên zindî û li dijî êrîşkaran bisekinin

  • 09:03 8 Tebax 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên Serêkaniyê bertek nîşanî gefên dewleta Tirk ên li hember xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin:"Çawa ku DAÎŞ li Kobanê têk çû, dê dewleta Tirk jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk biçe. Em ê bibin mertalên zindî û li dijî êrîşkaran bisekinin."
 
Dewleta Tirk bi hevkariya Rûsiya û Rêjîma Sûriyeyê dixwaze ku Heêrma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê, dagir bike. Jinên Navçeya Serêkainyê diyar kirin ku: "Polîtîkayên Tirkiyê hêza xwe ji bêdengiya Civaka Navdewletî digre."
 
Êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Têkildarî mijarê de jinên Serêkaniyê bi lêv kirin ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û wiha gotin:"Dewleta tirk hêza xwe ji bêdengiya bêdengiya navneteweyî digire û her polîtîkayên qirkirinê dike meriyetê. Lê em wekî gelê Kurd li dijî van polîtîkayan her li ser piya ne. Em nahêlin welatê me bê dagirkirin."
 
'Her buhistek axa Rojava bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin'
 
Zelîxa Mislim ku bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ye û li Serêkaniyê dijî wiha got: "Li hember hemû rengên êrîşan bi taybet jin û ji zarokên 7 salî heta 70 salî xwe bi rêxistin kiriye û perwerde kiriye. Her buhistek ji axa Rojava bi xwîna zarokên me YPJ/YPG û QSD'ê hatiye rizgarkirin. Ji Kobanê bigirin heta Dêrik û ji Tebqa, Reqa û heta Dêra Zorê ev axa bi xwîna şehîdên me hatiye avdan. Em ê jî li mîrateya şehîdên xwe xwedî derkevin. Çawa me û zarokên xwe Kobanê ji DAÎŞ'ê rizgar kir em ê rê nedin ku dîsa dewleta Tirk êrîşî herêmên me bike û ewlehiya ku em tê de dijîn, bi dawî bike. Rizgarkirina Tebqa, Reqa û Dêra Zorê heman demê de hezkirina netewan û yekîtiya wan Erdogan dîn dike ji lewra gefan dixwe."
 
'Heger îro em nebin yek em ê her in yek bi yek'
 
Zelîxeyê wiha dewam kir:"Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û soza ku me dabû şehîdên xwe em vala dernaxin. Em bi hezar salan li ser vê axê jiyane. Eger mirinek hebe jî bila mirineke bi rûmet be. Em ê bibin mertalên zindî û xwe ji her cureyê êrîşî biparêzin. Lê divê Kurd bibe yek û li dijî dijminên xwe derkevin. Ka ENSK'ê li Efrînê çi bi ser xist? Tenê wekî amûrê dewleta tirk e û êrîşî kurdan dike. Divê ENSK û PDK nebe sedema birakujiyê. Heger îro em nebin yek em ê her in yek bi yek, ji hemû deman zêdetir yekîtiya Kurd girîntir e."
 
'Em ji bo aştî û azadiyek mayinde her amade ne'
 
Asya Husên teqez kir ku  ew 'Herêma Ewle' ya tirkiye dixwaze qebûl nakin û divê Civaka Navdewletî jî helwesta xwe diyar bike ji ber dîrok dê bêdengiya şermê ji bîr neke û wiha dom kir:"Çima Tirkiye dagirkeriya xaka Sûriyeyê ji xwe re rewa dibîne? Divê hêzên navneteweyî li dijî vê yekê derkevin. Eger pirsgirêkek Tirkiyeyê bi Sûriyeyê re heye bila were ser maseyê û em bi rengekî aştî li hev bikin, bêyî ku axa me dagir bike. Gelê Kurd her dem aştî û azadiyê dixwazin. Em ji bo aştî û azadiyek mayinde her amade ne." 
 
Çima xaka Sûriyeyê tê parçekirin û Rêjîma Sûrîyeyê bê deng e?
 
Asyayê diyar kir ku Kurd ne berx in ku wan serjê bikin û bikin qurbana hev û wiha domand: "Ka hikûmeta Sûriyeyê li ku ye? Xaka Sûriyeyê tê parçekirin û rêjîm bê deng e? Kanî wîjdanê mirovahiyê? Em aşîtiyê dixwazin, ne şer û aloziyê. Êdî bes e dilê dayîkan şewitî û çavê zarokan li riya bavê wan e."
 
'Bila dayikên Tirk û Kurd bi hev re li hember zilm û newekheviyê serî hildin'
 
Asyayê bang li gelê Bakurê Sûriyeyê û dayîkên Bakurê Kurdistanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê gelê Bakurê Sûriyeyê xwe bi rêxsitin bikin û divê dayikên Tirk û yên Bakur li hember Erdogan serî hildin û bibêjin çima zarokên me jî tên kuştin û zarokên wî di hembêza wî de ne. Bila dayikên Tirk û Kurd bi hev re li hember zilm û newekheviyê serî hildin."