'Wê HPC-JIN bibe bersiva ewlehiya bajêr'
- 09:01 8 Tebax 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî
HESEKÊ - Bêyî parastina cewherî ne gengaz e gel bikaribe xwe, tax û bajarê xwe biparêze. HPC-JIN li Serêkaniyê dest bi dewriyeyên parastinê yên li nava navçeyê û taxên wê dikin. Endamên HPC-JIN ê ku axa diparêzin diyar kirin ku ew naxwazin welatê wan bê dagirkirin û wiha gotin:"Ji bo welatê me neyê dadirkirin û neyên qirkirin em xwe diparêzin. Heta ku em hêza xwe nekin yek û xwe neparêzin dê her dijmin êrîşî me bike."
Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta niha jin her di nava tevgerêkê de ne. Ji bo parastina axa xwe û ewlehiya xwe mînakek girîng a ji vê tevgerê HPC-JIN e. Ev 8 salin û Rojavayê Kurdistanê êrîş û polîtîkayên qirkirinê ji aliyê neyarên gelê kurd ve tên, kirin. Jin li dijî qirkirinê û êrîşan bajarên xwe diparêzin. Jinên Hêzên Parastina Civakî yên Serêkaniya Kantona Hesekê diyar kirin ku ew her ji bo parastina welatê xwe amade ne û gotin:"Ji bo aramî û parastina axa xwe em her dem li ser piyan e. Em ê nehêlin dijminên me welatê me dagir bikin. Wê HPC-JIN bibe bersiva ewlehiya bajêr."
'Em ê li dijî her êrîşê bisekinin'
Zekiya Silêman a Kurda Êzidî û Endama HPC-JIN e û rojane derdikeve dewriyeyê ku tax û navçeya xwe diparêze wiha got: "Me êrîşî axa tu dewletan nekiriye, lê êrîşek li dijî me çêbibe jî em ê parastina sînor û welatê xwe ji dijmin bikin. Em ne aşiqê çekê ne, lê were xwestin jî em ê bersiva dijminê xwe bidin. Erka parastina civakê erka her kesî ye. Rast e ez 40 salî me, lê dîsa jî ez ê parastina welatê xwe bikim. Da ku bûyerên Şengalek din neyê dubarekirin. Em ê li dijî her êrîşê bisekinin û xwe biparêzin."
'Wê HPC-JIN bibe bersiva ewlehiya bajêr'
Sewsen Xelef a ji pêkhateyên Ereb e diyar kir ku armanca Erdogan ne tenê Kurd in hemû netew in û wiha axaftina xwe dewam kir:"Erdogan çi ji gelekî xwe bi rêxsitinkiriye û hêza xwe ya parastinê avakiriye, dixwaze? Çavê Erdogan bar nabe ku gelê Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen û Çerkes bi hev re bijîn! Em yek in dê tu kes jî nikaribe yekîtiya me bi dawî bike û armanca xwe pêk bîne. Ji bo welatê me neyê dadirkirin û neyên qirkirin em xwe diparêzin. Heta ku em hêza xwe nekin yek û xwe neparêzin dê her dijmin êrîşî me bike. Ji bo aramî û parastina axa xwe em her dem li ser piyan e. Em ê nehêlin dijminên me welatê me dagir bikin. Wê HPC-JIN bibe bersiva ewlehiya bajêr."