ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN

  • 09:00 8 Tebax 2019
  • Rojev
* Bêyî parastina cewherî ne gengaz e gel bikaribe xwe, tax û bajarê xwe biparêze. HPC-JIN li Serêkaniyê dest bi dewriyeyên parastinê yên li nava navçeyê û taxên wê dikin. Endamên HPC-JIN ê ku axa diparêzin diyar kirin ku ew naxwazin welatê wan bê dagirkirin û wiha gotin:"Ji bo welatê me neyê dadirkirin û neyên qirkirin em xwe diparêzin. Heta ku em hêza xwe nekin yek û xwe neparêzin dê her dijmin êrîşî me bike." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Serêkaniyê bertek nîşanî gefên dewleta Tirk ên li hember xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin:"Çawa ku DAÎŞ li Kobanê têk çû, dê dewleta Tirk jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk biçe. Em ê bibin mertalên zindî û li dijî êrîşkaran bisekinin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên bajarê Serêkaniyê bi bedewiya dilê xwe û xweşikbûna hestên xwe, hunera xwe ya destan pêşkeş dikin. Yek ji jinên bi huner jê Sakîne Silêman e. Sakîne bi keda destên xwe kum, lepik, rûyê lihêfan, rûyê doşekan, lûfik, şalê jinan çê dike û dibêje:"Huner mîna bazinekî zêr e, mirov biçe ku derê jî, dikare bi kar bîne." DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê û parlamentera HDP’ê Semra Guzel diyar kir ku kampanyaya TJA’yê ya ‘ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser piyan’ divê wek xebateke 5 mehan neyê dîtin û wiha got: “Em ê bi vê kampanyayê civakê biguherin. Ne em wê ew li gorî me jiyankirinê fêr bibin.”
 DÎMEN HEYE
 
*Dayikên têkoşerên azadiyê li hember êrîşên  Tirkiyeyê bertek nîşan dan û gotin:"Axa me rûmeta me ye  em ê rê nedin Tirkiyeyê axa me dagir bike."  DÎMEN HEYE
 
*Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç, ya li ser yek ji pirsgirêkên herî girîng yên bajarên herêmê zewacên di temenê zarokatiyê de û li ser welîdîna di temenê biçûk de xebatan dimeşîne, da zanîn ku hejmar pir zêde ye û wiha got: “Li Tirkiyeyê tablo ne baş e. Daneyên der barê vê mijarê de metirsîdar in.” BI DÎMEN
 
*Jinên kurd ku ji ber û heta niha bi nexşên ku kirine  êş,xem û kêfxweşiya xwe nexş kirine herî zêde ev hûnera xwe li ser berikên ku çêkirine dane nîşandan. Jinên ku li atolyeya berikan dixebitin çîrokên nexşên xwe yên li ser berikan vegotin û anîn ziman ku ew bi nexşên li ser berikan giyan,jiyan û xwezayê zindî dikin. BI DÎMEN
 
* Bi boneya 5'emîn salvegera şehadeta Rojnemevan Deniz Firat, rêhevala wê Rojnemevan Cîhan Murad axivî û got: "Çawa di qadên parastinê de Denîz li pêş bû, di karê ragahandinê de jî  çalak û her dem li pêş bû."