Li Qoserê kampanyaya paqijiyê
- 15:37 7 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Şaredariya Qoserê, li navçeyê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin. Di kampanyaya ku hat destpêkirin de hevşaredar Nilufer Elîk Yilmaz û Zeynî Îpe û Endamên Meclisa Şaredariyê jî cihê xwe girtin.
Ji aliyê Muduriyeta Paqijiyê ya Şaredariya Qosera Mêrdînê ve bi dirûşma "Em bajarê xwe paqij bigirin" kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin. Starta kampanyayê li taxa Yenîkentê hat dayîn. Li gel xebatkaên paqijiyê yên şaredariyê hevşaredar Nilufer Elîk Yimaz û Zeynî Îpek û Endamên Meclisa Şaredariyê jî cihê xwe girtin.