Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê ya berê Samiye Demir serbest hat berdan

  • 12:03 7 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Endama Meclîsê ya Şaredariya Nisêbînê û Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê ya berê Samiye Demir du roj berê ji bo îfadeyê çûbû Muduriyeta Emniyetê ya Nisêbînê û hatibû binçavkirin. Samiyeyê îro ji aliyê dadgehê ve bi şerdê kontrola edlî serbest hat berdan. 
 
Endama Meclîsê ya Şaredariya Nisêbînê û Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê ya berê Samiye Demir du roj berê ji bo îfadeyê çûbû Muduriyeta Emniyetê ya Nisêbînê û hatibû binçavkirin. Hatibû hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ya di 24'ê Tîrmehê de biryara binçavkirina Samiyeyê heye. Piştî ku Samiye li Emniyeta Navçeyê hatibû binçavkirin ji bo îfadeya emniyet û dozgeriyê ew anîbûn Mêrdînê. Îfadeya Samiyeyê îro hat girtin. Samiyeyê îro ji aliyê dadgehê ve bi şerdê kontrola edlî serbest hat berdan.