Hemleya zayina xwezayî ya Heyva Sor a Kurd û Weqfa Jina Azad a Rojava didome
- 11:27 7 Tebax 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Weqfa Jina Azad û Heyva Sor a Kurd semînerek li Desteya Jinê ya Qamişloyê li ser zayîna xwezayî û qeyserîyê (sezeryan) dan.
Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor a Kurd, di 20’ê Tîrmehê de dest bi hemleya hişyarkirina jinan a di derbarê zayîna xwezayî û qeyserîyê de (sezeryan) li Kantona Qamişloyê û Kobanê bi dirûşma "Ji bo jinan zayîna bi tendirust a xwezayî ye” kirin. Îro jî li navenda Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê semîner ji aliyê hemşîreya jinan Şehnaz Mûsilî û endama Heyva Sor a Kurd Şêrîn Elî ve hat dayîn. Bi dehan endamên Desteya Jinê, Desteya Darayî û Desteya Çandî di semînerê de amade bûn.
Bandora zayîna xwezayî û zayîna qeyserî (sezeryan) li ser jinan, ji jinan re hate şîrovekirin.
Semîner bi pirs û bersivan, bi dawî bû.