Şopdarên Denîz Firat: Me kameraya wê dewir girt
- 09:11 7 Tebax 2019
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Yek ji rojnamegerên ku ewil çeteyên DAIŞ’ê bi cîhanê da bihîstin, Denîz Firat bû hedefa çeteyên DAIŞ’ê û jiyana xwe ji dest da. Hevpîşeyên wê diyar kirin ku ew pênûsa Denîzê li erdê nahêlin û gotin wan kameraya wê dewir girtin û ew ê her pênûsa Denîz hilbigirin.
Rojnameger Denîz Firat (Leyla Yildiztan) yekemîn ji rojnamegerên ku çeteyên DAIŞ’ê bi cîhanê da bihîstin bû. Wek jin û rojnamegerekê hewl da, dengê jinan ku hedefa esas a çeteyan bû bide bihîstin û di 8’ê Tebaxa 2014’an de li Mexmûrê dema êrîş dişopand, bû hedefa êrîşan û bi şarapnelên îsabetê bedena wê kir jiyana xwe ji dest da. Rojnamegerên jin ên Kurd diyar kirin ku Denîz Firat dengê jinên ku rastî fermanê hatine bi cîhanê daye bihîstin û got ew jî wê wek Denîzê bibin dengê jinan û têkoşîna jinan bi cîhanê bidin bihîstin.
‘Ewil jin hedef tên girtin’
Nûçegîhana JINNEWS’ê Berîtan Canozer, da zanîn ku hedefa esas a zîhniyeta serdest a mêr jin in û zîhniyeta serdest ya mêr di ferqa hêza jinan de ne. Berîtanê wiha got: “Jin li her derê dikarin têkoşîn û rêxistinbûnê mezin bikin. Ji ber vê jî jin her tim di hedefê de ne. Li Şengalê jî, li Mexmûrê jî li Kobanê jî ewil jin bûn hedef. Îro dîsa em li Tirkiyeyê dinêrin di hedefa destpêkê de jin hene. Em jî wek şopdarên Denîz Firat, li dijî zîhniyeta serdet ya mêr xebata mezinkirina heqîqetê dimeşînin û pênûsa wê li erdê nahêlin. Armanca me ev e ku em rastiyan ragîhînin û di heman demê de jî rastiyan bi cîhanê bidin bihîstin. Tevî zor û zehmetiyan divê jin têkoşîna xwe dimeşînin. Ji ber ku jin, ne tenê kesên tên qetilkirin, rastî tecawiz û tacîzê tên, keda wan tê binpêkirin, di heman demê de li her derê têkoşîna jiyanê didin û armanca me ya din jî ev e ku em vê bidin bihîstin.”
‘Em şopdarên Denîz Firat in’
Berîtanê bi lêv kir ku ew jî di 2015’an de di pêvajoya rêveberiyên xweser de ku dengê jinan dida bihîstin, hedef hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre hatim girtin. Dozên min hîna didomin. Wek min di serî de got, em wek şopdarên Denîz Firat, hewl didin nûçegîhaniya jinan pêş bixînin û paşengên xwe biafirînin. Denîz Firat jî pênûs ji Gurbetellî Ersoz û Apê Musa dewir girtiye. Em jî bi tiştên me ji wan fêr bûye nûçegîhaniyê, pîşeya xwe îcra dikin. Îro li Tirkiyeyê bi dehan rojnameger ji ber nûçeyên xwe tên darizandin. Bi taybet li hember rojnamegerên jin zext hene. Em li kolanan rastî gotinên zayendperest tên. Kamerayên me tên desteserkirin. Em di bin çavan de rastî pêkanînên cuda tên. Ev jî tirsa li hember rojnamegerên jin nîşan dide.”
Ji bo rojnamegerên jin bang
Berîtanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Belkî min bi Denîz Firatan dest bi vê pêvajoyê kir lê yên beriya min dest pê kirine hîna vê pêvajoyê didomînin û wê berdewam jî bikin. Em jî wek şopdarên wan têkoşîna vê didin, em kamera û pênûsa wan li erdê nahêlin. Ew di şopa heqîqetê de gihaştin şehadetê. Ez bang li hemû rojnamegerên jin dikim; çi dibe bila bibe, ji rastî û îdeolojiya jinê dûr nekevin û nûçeyan bi rastiya wê bigihînin gel. Divê dest ji têkoşîna rêwitiya heqîqetê neyê berdan.”
‘Dengê jinên bi fermanê re hatin rû hev da bihîstin’
Edîtora Kurdî ya JINNEWS’ê Munevver Karademîr jî bi lêv kir ku Denîz Firat jî wek her zarokek malbata Kurd şer, koçberî di temenê biçûk de nas kiriye. Munevverê daxuyakirin ku Denîzê ji ber şert û mercan koçî Mexmurê kiriye û li wir bi malbata xwe re jiyaye, jiyana wê veguheriye têkoşînê.
Munevverê balkişand ser têkoşîna Denîzê û wiha berdewam kir: “Denîz di beşa esas a têkoşîna xwe de wek rojnameger cihê xwe digire. Di çapemeniyê de her çiqas zîhniyeta serdest ya mêr esas be jî, wek rojnamegereke jin dengê jinan bi cîhanê da bihîstin. Em dikarin bêjin li cîhanê yek ji qadên herî girîng qada çapemeniyê ye. Denîzê di vê qada girîng de cihê xwe girt. DAIŞ’ê li Başurê Kurdistanê ewil êrîşî Şengal û piştre jî êrîşê Mexmûrê kir. Di van êrîşan de Denîz bû dengê jinên ku bi fermanê re hatin rû hev. Ji ber vê jî hedef hat girtin. Heta dawiya jiyana xwe kameraya xwe ji destê da neda erdê. Bû dengê jinên ku li bazaran wek kole hatin firotin. Hemû dijhiqûqî û neheqî bi awayekî zelal bi cîhanê da bihîstin. Çawa ku Denîzê heta dawî dest ji karê xwe berneda, şopdarên wê jî di şopa wê de meşiyan û kameraya wê li erdê nehiştin û wê nehêlin jî.”