ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN

  • 09:00 7 Tebax 2019
  • Rojev
*Bi boneya 5'emîn salvegera Rojnemevan Deniz Firat, rêhevala wê Rojnemevan Ozgûr Serhed got: "Deniz Firat asta rojnemevaniya dilxwaz, azad û rast bilind kir. Di heman demê de bû pêşenga rojnamevanên li dû xwe." DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Serêkaniyê û ji pêkhateya Suryanî Emîra Henawî, gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. DÎMEN HEYE
 
* Cara yekem Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê straneke bi navê  'Jin jiyana azadî' li ser berxwedan û têkoşîna jina Efrînê amade dike. Derbarê stranê de endamên Kevana zêrîn axivîn û wiha gotin: "Em cara yekem stranekê li ser berxwedan û têkoşîna jina kurd amade dikin." DÎMEN HEYE
 
*Di dilê her mirovekê de hin birînên ku tu çaran qamûşk nagirin hene. Birîna dilê min jî ya ku ev bû 5 sal ku qet qamûşk nagire û qet jî wê negire jana bêrîkirina Denizê ye. Tu di şevên dirêj ên zivistana sar de ji min re bûyî germahiya dilê dayikek ku zaroka xwe di nava pêsîrên xwe yên buhuştî de dipoşîne. Tu bûyî rêhevala min a rêyên bedewiya azadiyê. Min bi te re ji wan şîverêyên dirêj, dûr û bê dawî hez dikir. Piştî çûyîna te êdî ez di şevên dirêj ên zivistan û havînê de dicemidim. Şîverêyên ku ez û tu bi evîna azadiyê tê de weke zarokek li pey dayika xwe dibeziyan û me behsa bedewiyên jiyanê dikirin û em bê westan û rawesant dimeşiyan. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Yek ji rojnamegerên ku ewil çeteyên DAIŞ’ê bi cîhanê da bihîstin, Denîz Firat bû hedefa çeteyên DAIŞ’ê û jiyana xwe ji dest da. Hevpîşeyên wê diyar kirin ku ew pênûsa Denîzê li erdê nahêlin û gotin wan kameraya wê dewir girtin û ew ê her pênûsa Denîz hilbigirin.
DÎMEN HEYE
 
* Koordînatora Giştî ya Komeleya Xwezayê Dîcle Tuba Kiliç diyar kir ku kana madenê ya tê plankirin li Çiyayên Kaz bê çêkirin wê rê li ber tunebûnên ku vegera wê tune ye, vebike û got li ser înternetê îmzekirin ne çareserî ye û got divê em fedekariyê bikin.
 
*Navenda Jinan a Rewşan ya di bin banda Şaredariya Şemrexê de ku ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, ji aliyê jinan ve dîsa ji xizmetê re dê bê vekirin. Endama Meclîsa Şaredariya Şemrexê Fehîme Hamarat, da zanîn ku wê demek kurt de saziyê vekin û dest bi xebatan bikin.
DÎMEN HEYE
 
* Mirina Tugba Bahadir a li Wanê ji hewandanka avahiyê ket û jiyana xwe ji dest da, wek mirina bi guman derbasî qeydan bû. Di ser mirina wê de 7 meh derbas bû lê tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Xwişka wê Aynur Kaya bertek nîşanî rewşê da û got ew dixwazin sedema mirina xwişka wê bê zelalkirin. DÎMEN HEYE