136 navnîşanên înternetê hatin sansurkirin
- 16:23 6 Tebax 2019
- Rojane
STENBOL - 3'emîn Hekîmtiya Cezayê Sulhê ya Enqereyê, bi nivîsa 16'e Tîrmehê ya Fermandariya Fiştî ya Cendirmeyan di heman rojê de malpera bianetê jî di navde 136 navnîşanên înternetê hatin astengkirin û sansurkirin.
3'emîn Hekîmtiya Cezayê Sulhê ya Enqereyê, bi nivîsa 16'e Tîrmehê ya Fermandariya Fiştî ya Cendirmeyan di heman rojê de malpera bianetê jî di navde 136 navnîşanên înternetê hatin astengkirin û sansurkirin. Di nava navnîşanên URL yên portalên nûçeyan yên hatin astengkirin de malperên Facebook, Instagram, Twitter, Youtube, Pinterest û bianet.org. heye. Li gori nûçeya bianetê nehatiye diyarkirin ku têkildarî kian nûçeyê bianet hatiye astengkirin. Di biryarê de hat diyar kirin ku ji Mijdara 2000'an heta niha herî kêm 200 hezar nûçe hatine astengkirin.
Parêzera bianetê Meriç Eyuboglu, îtîrazî biryarê kir û wiha got: "Me îtîraz kir û me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Me diyar kir ku bi vê biryara sansurê azadiya çapemeniyê hatiye îhlalkirin."