Ji bo turnuvaya meclisa ciwanan destûr nedan

  • 16:22 6 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji turnuvaya Futbol û Voleybolê ya Meclisa Ciwanan a HDP'ê re bi hinceta 'ewlehiyê' destûr nehat dayîn.
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Mêrdînê li dijî bikaranîna tiryak û fuhuşa ku zêde dibe zedn û bend badan. Meclisa ciwanan ku li gelek cihan turnûvayên sporê pêk anîn wê vê carê jî li Mêrdînê pêk bîne.  Tîmên Futbolê û Voleybolê ku bi dirûşma "Rajêr nebe azad bibe" turnuvayê li dar dixin piştî serlêdana ku bikin wê dest bi maçê bike. Meclisê ji bo turnuvayên ku wê li Nisêbîn, Qoser, Stewrê û li navenda Mêrdînê li dar bixwe serî li qeymeqamtiyê da. 
 
Qeymeqamiyên navçeyan ji bo turnuvayên ku wê bên kirin daxwaznameyên ji aliyê Meclisa Ciwanan a HDP'ê ve hatin dayîn qebûl nekirin û gotin "Li navendê diare bên kirin lê li navçeyan na" û bi hinceta 'ewlehiyê' serlêdan red kirin.