Şaredariya Serêkaniyê dest bi sereastkirina riyan kir
- 15:35 6 Tebax 2019
- Rojane
HESEKÊ - Li ser daxwaz û gazinên şêniyên bajarê Serêkaniyê, îro Şaredariya Serêkaniyê dest bi gava xwe ya dûyemîn a çêkirina riyên bajêr, kirin.
Binesaziya bajarê Serêkaniyê ji ber kêmbûna avê û kaniyên wê di heman demê de ji ber lehî û barkiranê, gelek riyên bajêr, bêbandor bûn û gel êdî gazin dikirin. Îro Şaredariya Navçeya Serêkaniyê, dest bi gava dûyemîn a çêkirina riyan kirin.
Têkildarî vê mijarê Supavdêriya Tekînîkî a Şaredariya Serêkaniyê Narîman Gulo Mihemed derbarê projeyên Şaredariya Serêkaniyê axivî .
Narîmanê projeyên Şaredariyê ji Ajansa me re parve kir û wiha got: "Ji ber binesaziya Navçeya Serêkaniyê ne baş e me dereng dest bi sererastkirina riyan kir. Berî çend heyvan gava destpêkê ku şaredariya bajêr dest pê kir , ew bû ku me darçûna avê paqij kir û yên zirar dîtibûn çêkirin, paşê me çeksaziyiya riyan bêtirî 60 merte mûkeab, çêkirin û niha me dest bi sereastkirina riyan, kir."
Narîmanê derbarê rêjeya rijandina qîrê û hejmara ku riyên wê çêdikin wiha got: "7 Hezar mitre mûkeab qîr ku me ji Kampaniya Sîpan anîye, ji bo riyên bajêrhatine veqetandin. Niha riya beldeya Til Helef, Riya ku diçe Dirbêsiyê û Hesekê wê were çêkirin, destê me ji Çarxereya Mîtan ango riya bajarokê Til Helef dest pê kir û çêkirina riyan didome, di hefteyekê de wê bi dawî bibe."
Niha sereastkirina riyan didome.