Cenazeyê Ayşe Başaran di bin dorpêçê de hat definkirin

  • 15:31 6 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Malbata Ayşe Başaran, piştî cenaze ji navçeya Tetwanê girtin, anîn Navçeya Farqînê ya Amedê û di bin dorpêça eskeran de defin kirin. 
 
Li Gundê Cengiza yê Navçeya Tetwanê ya Bedlisê di 27'ê Tîrmehê de di operasyona hewayî de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji endama HPG'ê Ayşe Başaran bû. Malbata Başaran duh cenaze ji Tetwanê girtin û anîn navçeya Farqînê ya Amedê.  Malbatê piştî cenaze ji Tetwanê anîn, li Gundê Etşa yê Navçeya Farqînê ya amedê di bin dorpêça eskeran de defin kirin. Eskeran, dora gund dorpêç kir, ketin û derketina gund xistin bin kontrolê. Malbatê dema cenaze anîn gund di bin dorpêça eskeran de li goristanê defin kirin. Eskeran destûr nedan ku malbatê ji bo cenaze mala şînê veke. Malbatê li mala xwe şîn danîn û sersaxiyê li mala xwe qebûl dikin.