Kongreya Islamî ya Demokratîk dest bi konê çalakiyan kir
- 15:30 6 Tebax 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Kongreya Islamî ya Demokratîk konê çalakiyan ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk li Qamişloyê vedan.
Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tik ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kongreya Islamî ya Demokratîk duh di saet 10.00’an de bi dirûşma "Kongreya Îslamê ya Demokratîk bi tundî gefxwarinên Tirkiyeyê şermezar dike" dest bi çalakiya kon li bajarê Qamişloyê kirin. Îro çalakî di roja duyem de berdewam dike. Çalakî her roj saet di 10.00’an de dest pê dike û heta 9'ê êvarî didome.
Bi dehan welatiyê bajarê Qamişloyê û saziyên civaka sivîl, saziyên Rêveberiya xweser, saziya Malbatên Şehîdan tevlî çalakiyê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Endama Mecilisa bajêr Şemsîxan Gulo ve hat kirin. Şemsîxanê gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê şermezar kir û got: " Dewleta Tirk ji kuştina mirovan têr nabe. Îro em wek îradeya gel li Bakur û Rojehaltê Sûriyeyê xwedî li ax, çand û dîroka xwe derdikevin, tu carî em xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin, em ê parastina ax û nirxê xwe bikin."
Hêjayî gotinê ye çalakiya kon wê heta 9'ê mehê bidome.