Penaberên jiyana xwe ji dest dan li goristana bêkesan defin kirin

  • 11:31 6 Tebax 2019
  • Rojane
WAN - Di encama qezaya minîbusê ku li Qelqeliyê pêk hat 16 penaberan jiyana xwe ji dest da û bi dehan penaber jî birîndar bûn.  Cenazeyê 16 penaberên ku ji aliyê malbatên wan ve nehatin girtin li goristana bêkesan hatin definkirin
 
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê minîbuseke ku penber tê de bûn qeza kiribû, di encamê de 16 penaberan jiyana xwe ji dest da û 20 penaber jî birîndar bibûn. Cenazeyê 16 penaberên ku jiyana xwe ji dest dan û rakirin Morga Tipa Edlî ya Wanê otopsiya wan bi dawî bû. Cenazeyên hatin otopsîkirin ji ber ku malbatên wan nehatin ji aliyê Tîma Muduriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatin girtin. 
 
Cenazeyên ku hatin  girtin wê li li Taxa Seyrantepeyê li goristana bêkesan bên definkirin.