Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê ya berê hat binçavkirin
- 09:57 6 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Endama Meclîsa Şaredariya Nisêbînê û Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê ya berê Samiye Demir hat binçavkirin.
Endama Meclîsa Şaredariya Nisêbînê û Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê ya berê Samiye Demir dema ji bo îfadeyê bide çû Muduriyeta Emniyeta Nisêbînê, hat binçavkirin. Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ya ku di 24'ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin biryara binçavkirina Samiye hatiye dayin. Piştî binçavkirinê Samiye ji bo îfadeya emniyet û dozgeriyê anîn Mêrdînê.