Netîce Altun: Heta perwerdeya zimanê dayikê tune be em nikarin ziman rizgar bikin

  • 09:06 6 Tebax 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
DÊRSÎM - Lêkolîner Netîce Altun diyar kir ku Kirmanckî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye û wiha got: “Bêyî perwerdeya zimanê dayikê, em nikarin bi fêrkirina ziman, ziman rizgar bikin. Divê demildest perwerdeya bi zimanê dayikê hebe.”
 
Li gorî raporên ziman ên ku berê UNESCOY’ê waşendin hatiye diyarkirin ku zimanê Kirmanckî bi xetereya tunebûnê re hatiye rû hev û kesên vî zimanî diaxivin jî kêm bûne. Lêkolîner Netîce Altun daxuyakirin ku zaravayên Kurdî yên Kirmancî û Kirmanckî, bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne û got divê demildest pêşî li vê rewşê bê girtin. Netîceyê bi lêv kir ku nifşê nû zimanên xwe naxivin û wiha got: “Zarokên navên wan Kurdî ne, Kurdî nizanin. Dema em diçin gund zarokên ku Kirmanckî naxavivin hene. Ger tenê kal û pîr ziman biaxivin ev xetere ye. Dema kal û pîr bimirin wê ew ziman jî biqede.”
 
‘Ji bo rizgarkirina ziman statu pêwist e’
 
Netîceyê balkişand ser pirsgirêkên ziman û wiha pê de çû: "Hev nefêmkirin, bi tirkî berdewamkirin, asîmîlasyonê lezgîntir dike. Der barê vê de xebatên standardîzasyon a koma xebatê ya Vate heye. Di vî alî de hinek pêşketin çêbû. Versiyoneke standart li dibistanan hat bikaranîn û xwendekar hatine asta ku hev fêm bikin. Ji bilî vê jî ji bo rizgarbûna ziman statu pêwist e. Divê bigihêje statuyekê. Divê perwerde bi zimanê dayikê hebe. Ger perwerde nebe em bi fêrkirina ziman nikarin ziman rizgar bikin. Em ê mirina wê hinekî hêdî bikin."
 
‘Zimanê me ji bo kontrolkirina mêjiyê me tê bikaranîn’
 
Netîceyê destnîşan kir ku li gundan bi lez Tirkîbûn heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bandora asîmîlasyonê pir mezin e. Malbat bi fêrkirina ziman a ji bo zarokên xwe ditirsin. Divê dewlet ji bo zimanê dayikê rizgar bibin û xweşik bê nîşandan, reklaman bikin û vê xweşikahiyê nîşanî zarokan bidin. Ji bo vê jî hêzek rêxistinkirî pêwist e. Em bacê ji bo vê didin. Ma dewlet ji bo çi hene? Zimanê me ji bo mêjiyê me kontrol bike heye. Di TRT Kurdî de ziman di çarçoveya îdeolojiyekê de tê dayîn. Zarokên wê temaşe dikin hinekî rast hinekî şaş fêr dikin. Di wir de Kurdî tenê alavek e. Em wê naxwazin. Zimanê me parçeyek çanda me ye û em dixwazin jiyana xwe wisa bidomînin.”
 
Netîceyê di berdewamiyê de jî daxuyakirin ku hewldana jiyankirina ziman a ji dewletê serbixwetir jî wek berxwedanek sivîl dibîne û got divê ew bi xwe re şer bikin û got ev ziman girêdayîna wê ya bi gelê wê û çanda wê re ye.
 
‘Zarok di heman demê de dikarin gelek zimanan fêr bibin’
 
Netîceyê di nokteya zimanan de pêşniyarên çareseriyê yên di cîhanê de hatine pêşniyarkirin jî parve kir û got: “Li şûna em zimanê Îngîlîzî wek zimanê duyem qebûl bikin, divê em zimanê gelên cîranên xwe wek zimanê duyem qebûl bikin. Yanî cîranên me yên Ereb in, divê em zimanên wan wek yê duyemîn yê îngîlîz jî yê sêyemîn qebûl bikin. Divê wisa ji bo zarokan perwerde bê dayîn. Ji ber hemû ziman bi nirx in û divê bên fêrkirin. Bi vî awayî hemû ziman wekhev dikarin bên jiyankirin. Zarok di heman demê de dikarin gelek zimanî bi hev re fêr bibin. Her wiha mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê herî sereke yê mirovahiyê ye. Divê ez ji bo zarokê min bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne, têbikoşim.”