ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2019'AN

  • 09:00 6 Tebax 2019
  • Rojev
*Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo rewşa ewlekariya bajêr nirxand. Civînê diyar kir ku teqînên ku li bajêr diqewimin bi armanca hedefgirtina yekîtiya gelan e û got:"Dijmin yekîtiya gelan ji xwe re wekî talûke dibîne. Loma divê em yekîtiya di navbera gelan de xurtir bikin." DÎMEN HEYE
 
*Denîz Firat rêwiya azadî û evîndara heqîqetê, di oxira ragihandina rastiya gelê xwe de canê xwe feda kir. Li ser şopa wê bi sedan keç û xortên welat kamera û pênûs hildan û bûn şopdarên xewn û xeyalên Denîzê.  DÎMEN HEYE
 
*Jinên bi salan e li perava Mersînê tezgah vekirine, diyar kirin ku şaredariyê soza xwe ya ku wê ji wan re cih tahsîs bike, neaniye cih û her wiha zabiteyan hewl daye tezgahên wan bigirin û got: “Em ne zabiteyan, soza ku hatiye dayîn dixwazin.” BI DÎMEN
 
*Lêkolîner Netîce Altun diyar kir ku Kirmanckî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye û wiha got: “Bêyî perwerdeya zimanê dayikê, em nikarin bi fêrkirina ziman, ziman rizgar bikin. Divê demildest perwerdeya bi zimanê dayikê hebe.” BI DÎMEN
 
*Endezyara Hawirdorê Denîz Gumuşay da zanîn ku sê santralên Termîkê yên li Muglayê, bi teşwîka dewletê li ser piyan tên girtin û got ku rewşa santralan bi deynê derve û yê sermayedarên Tirkiyeyê re elqedere. Denîzê got divê ew ewil qebûl bikin ku têkoşîna ekolojîk têkoşîneke polîtîk e. BI DÎMEN
 
*Endama Komîteya Perwerdehiyê ya Meclîsa Federal a Navçeya Serêkaniyê Bûseyîna Enîder a Şîşanî êrîşên Dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Tu netew ji polîtîkayên qirkirinê a Tirkiyê û Rûsyayê nefilitiye, îro jî dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin."
BI DÎMEN