19 ciwanên HDP’yî yên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

  • 08:45 6 Tebax 2019
  • Rojane
ÊLIH - Ciwanên HDP’yî xwestin li Heskîfê li şûnwarên dîrokî bigerin û polîsan bi hinceta “komî digerin” li ciwanan da û ew binçav kiribûn. 19 ciwanên HDP'î piştî îfadeyê serbest hatin berdan. 
 
Li navçeya dîrokî Heskîfê ya Êlihê 19 endamên Meclîsên Ciwanan a HDP’ê yên ji Stenbol, Wan, Amed û Êlihê kom bûn çûn Heskîfê. Ciwanan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Heskîfê daxuyanî dabûn û piştî daxuyaniyê xwestin li şûnwarên dîrokî bigerin û beşdarî nobeta li Heskîfê bibin. Polîsan mudaxeleyî ciwanan kiribû û bi hinceta “komî digerin” wan binçav kiribû. Polîsan li ciwanan dabûn û ew biribûn Miduriyeta Polîsan a Heskîfê.
 
Ciwanên ku bi hinceta bi hev re meşiyane hatibûn binçavkirin piştî karê Muduriyeta Emniyetê di saetên şevê de serbest hatin berdan.