Ji bo doza Pirsûsê banga tevlêbûnê hat kirin
- 16:09 5 Tebax 2019
- Rojane
STENBOL - Platforma Ji bo Pirsûsê Edalet û gelek rêxistinên hiqûqê, ji bo danişîna doza Komkujiya Pirsûsê ku di 7'ê Tebaxê de li Navçeya Hîlwanê ya Rihayê bê dîtin, pêk bê banga tevlêbûnê kirin.
Platforma Ji bo Pirsûsê Edalet û gelek rêxistinên hiqûqê, beriya danişina doza 34 ciwanên endamên Federasyona Komeleleyên Ciwanên sosyalîst (SGDF) ên di 20'ê Tîrmeha 2015’an de li pêş Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsa Rihayê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin bibin, ya li 5'emîn Dadgeha Cezayên Firan a Rihayê ku Navçeya Hîlvanê bê dîtin, banga tevlêbûnê kirin. Endamên Platformê li pêş Navenda Çandê ya Baroya Stenbolê ku li Taksimê ye kom bûn û daxuşanî dan çapemeniyê. Endamên Komeleya Mafên Civakî, Nunerên Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, Buroya Hiqûqê ya Asrînê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê, (OHD) û gelek nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Li ser navê Platformê Prz. Sezîn Uçar, axivî û diyar kir ku hêj berpirsiyar nehatine darizandin. Uçar, anî ziman ku wekî rêxistinên hiqûqê şordarê vê dozê ne.
Piştre li ser navê Platformê Prz. Gokhan Soysal daxuyanî da çapemeniyê. Soysal, anî ziman ku 4 sal di ser komkujiyê re derbas bûn û heta niha 10 danişînên dozê hatine dîtin û wiha got: "Banga 20 rêxistinên hiqûqê heye. Heta niha zêdeyî hezar platform hatine avakirin. Tevî hemû zor û zahmetiyan têkoşîna edaletê didome. Ji bo kujer û bersûc bên darizandin em di nava zor û zahmetiyan de têdikoşin. Lê li aliyekî polîtîkayên bêcezahiştinê didome, li aliyê din kesên li edaletê digerin rastî astengî û tundiyan tên. Îktîdara siyasî di nava 4 salan de hewl da ser bûyerê veşêre û kujerên komkujiyê vedişêre. Heyeta dadgehê jî bi awayekî keyfî tev digere. Ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve gelek endamên DAIŞ'ê hatin girtin. Mîlîtanê DAIŞDê di serî de bûyera li Pirsûsê û gelek bûyerên din aşkere kirin û diyar kirin ku tiliya rayedarên dewletê jî di navde heye. Ev daxuaniyên endamên DAIŞ'ê di nava hiqûna navneteweyî de deng veda. Ev yek dê bandorek mezin li ser darizandinê bike. "
Gokhan herî dawî bang li hemû raya giştî, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar û hiqûqnasan kir û xwest tev li danişînê bibin.
Gokhan daxwazêrn xwe wiha rêz kir:
“* Abdullah Omer Arslan ê di danişinê de wekî şahid îfade da û rola wî heye divê bê darizandin û ji bo wî serlêdana sûc bê kirin.
* Divê bersûc Denîz Buyukçelebî û Îlhami Bali yên bersûc in wan bînin pêşberî dadgehê û der barê wan de serlêdana sûc bê kirin.
* Bersûcê dosyayê Yakup Şahîn divê teqez bînin dadgehê û heyetae dadgehê li wan guhdar bike.
* Divê darizandin bi awayekî asayî berdewam bike. Danişîn ne li salona kampusa girtîgehê, divê li salona dadgehê ya Rihayê bê dîtin.
* Divê îfadeya Îlyas Aydin ê ji doza sereke ya DAIŞ'ê tê darizandin û ji aliyê QSD'ê ve hat girtin bê girtin û li dozyayê bê zêdekirin.
* Divê beriya komkujiyê û piştî komkujiyê hemû dîmenên têkildarî bûyerê bêyî ku qut bikin bên komkirin û li dosyayê bên zêdekirin.
* Divê hemû dozên têkildarî komkujiyê bên komkirin û zirxa li ser endamên cemaweriyê bê rakirin.
* Divê der barê hemû faîlên komkujiyê yên ku erkdarên cemaweriyê ne de lêpirsîn bê destpêkirin.
Heta ku hemû bersûcê berpirsiyarê komkujiyê bên darizandin û cezakirin emê pêşiya dozê bernedin û têbikoşin. Li gorî vê yekê em bang li hemû kesan dikin ku di 7'ê Tebaxê de li Hîlvanê beşdarî danişînê bibin. "