Cenazeyê zarokê winda bû hat dîtin
- 15:46 5 Tebax 2019
- Rojane
ERZÎNCAN - Zarokê bi navê Rojhat Pîrîncîk ku duh li Erzîncanê winda bû li ber Çemê Karasuyê bi awayekî bi gûman mirî hat dîtin.
Li bajarokê Mercan ê navçeya Tercan a Erzîncanê zarokê bi navê Rojhat Pîrîncîk yê ker û lal, duh ji bo bilîze derket derve. Malbata Rojhat ê ku derket û êvarê nema hat malê ji bo dîtina wî serî li fermandariya cendirmeyan da. Lê li gel lêgerîna hat kirin Rojhat nehat dîtin.
Îro serê sibehê cenazeyê Rojhat ê wînda ji aliyê masîvanan ve li kêlekar Çemê Karasuyê hat dîtin. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê cenazeyê Rojhat ji bo sedema mirina wî bê zanîn rakirin Morga Tipa Edlî ya Erzîncanê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.