Endamên Meclisa Şaredariyê bi kincên neteweyî tevli civînê bûn

  • 15:17 5 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Hevşaredarên Yenîşehirê û Endamên Meclisa wê bi dirûşma "Em ê çanda xwe bidin jiyîn" civîna fermî ya meclisa xwe bi kincên neteweyî ku li xwe kirin pêk anîn. 
 
Şaredariya Yenîşehira Amedê Civîna xwe ya Meclisê  bi dirûşma "Em ê çanda xwe bidin jiyîn"  li dar xistin. Hevşaredar  û Endamên Meclisê bi dirûşma "Em ê çanda xwe bidin jiyîn" civîna fermî ya meclisa xwe bi kincên neteweyî ku li xwe kirin pêk anîn. 
 
Ji endamên meclisê  Têkoşîn Tekîn, diyar kir ku kincên neteweyî tenê di rojên taybet de tên lixwekirin û wiha berdewam kir: "Ji bo ku em çanda xwe bidin jiyîn divê kincên neteweyî ku tenê di rojên taybet de tên xwekirin divê di jiyana rojane de jî bên bikaranîn.  Pergal çanda me û nexşên me modernîze dike û bazirganiyê pê dike. Ji ber vê divê em li çanda xwe xwedî derkevin. Xwdîderneketina li çanda xwe kêmanî ye.  Di serdema qeyûman de êrîşî çanda me, zimanê me û hunera me hat kriin; di serî de êrîşî navendên me yên jin, ziman û çandê kirin û ev navend girtin. Em ji bo li dijî vê texrîbatê têbikoşin dixebitin. Piştî vê jî ji bo ku em çanda xwe bidin jiyîn em ê di nav hewldanan de bin.