Navê navenda jinê ku qeyûm guhertibû hat îadekirin

  • 12:56 5 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Navê Navenda Jinê ya Nûda ku ji aliyê qeymeqamtiya Qoserê ve guncav nehat dîtin û hat guhertin careke din wekî Navenda Jinê ya Nûda piştî Civîna Meclisa Şaredariyê bi dengên zêde hat qebûlkirin.
 
Navê Navenda Jinê ya Nûda  ya taxa Tepebaşî ya Qosera Mêrdînê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin wekî 'Hanimelî Naveda Jinê' hatibû guhertin. Piştî ku Şaredarî careke din ji aliyê HDP'ê ve di hilbijartinê de hat bidestxitin, ji aliyê şaredariyê ve hatibû xwestin ku navê navendê dîsa wekî 'Navenda Jinê ya Nûda' bê îadekirin. Lê Qeymeqamtiya Qoserê bi hinceta 'ne li gorî berjewendiyên civakê ye' guhertin qebûl nekiribû.  Navê ku qeymeqamtiyê qebûl nekir careke din di Civîna Meclisa Şaredariyê  de bi dengên zêde hat qebûlkirin û hat îadekirin. 
 
Herwiha di civînê  de mijara navlêkirina malên şînê yên li Taxa Firat û Kolana PTT'yê û bi navkirina parkê jî sewkî komîsyonê hatin kirin.