Cerdevanê tundi li jinekê kir hat binçavkirin

  • 12:24 5 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li gundê Nebîlê yê Midyatê  jina bi navê S.A. ji aliyê mêrê cerdevan ku pê re zewicandî bû Medenî Akkurt ve bi tundiyê re rûbirû hat hiştin. Medenî Akkurt ê li jinê tundî kir piştî bertekên raya giştî hat binçavkirin. 
 
Li navçeya Midyatê ya Mêrdînê li gundê Nebîlê jina bi navê S.A. ji aliyê cerdevanê bi navê Medenî Akkurt ku pê re zewicandî bû ve bi tundiyê re rûbirû hat hiştin û ji ber tundiya lê hat kirin berî bi du rojan rakirbûn nexweşxaneyê. S.A. ya ku niha li beşa lênêrtina giran a nexweşxaneyeke taybet tê dermankirin, diyar kir ku ew bi salan e ji aliyê heman kesî ve bi tundiyê re rûbirû dimîne. Medenî Akkurt ê ku tundî pêk anî jî hat binçavkirin. 
 
'Me berê jî dizanibû ku tundiyê pêk tîne'
 
Hat aşkerakirin ku Medenî Akkurt ê li dijî S.A. yê tundî pêk anî, li ser zarokên xwe jî tundî pêk aniye. Gundiyên ku li heman gundî dimînin jî bûyer piştrast kirin û diyar kirin ku mêrê tundî pêk aniyê hatiye binçavkirin. 
 
Gundiyekî ku bû şahidê tundiya li S.A. têkirin wiha got: "Wê rojê Medenî hat û hevjîna wî jî li sewalan dinêrt. Medenî çû cem hevjîna xwe, çêr û heqaret lê kirin. Di wê navberê de Medenî şeqamek li jinê da. Jina ku ji ber şeqamê ket erdê ji serê xwe derb xwar. Piştî wê êdî çi bû nizanim. Jina ji serê xwe derb xwar rakirin nexweşxaneyê û ev du roj e li nexweşxaneyê tê girtin. Hevjînê wê jî hat binçavkirin û birin Muduriyeta Emniyetê ya Midyadê. Lê berê jî vî mêrî li hevjîna xwe tundî dikir." 
 
Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê ku bûyer li ser medya civakî parvekir anî ziman ku ew ê şopdarên bûyerê bin.