Jinên Komeleya Newroz li Lubnanê komkujiya Şengalê bi civînekê bi bîr anîn
- 12:11 5 Tebax 2019
- Rojane
BEYRÛT - Bi boneya 5'e mîn salvegera komkujiya Şengalê jinên Komeleya Newroz yên Lubnanê roja fermanê bi civînekê bi bîr anîn.
Bi pêşengtiya Komeleya Newroz û bi tevlîbûna bi dehan ji jinên sazî û dezgehên civakî li navenda Komeleyê ya Beyrûtê 5'emîn salvegera komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ên li ser kurdên Êzîdî û êş û zoriya ku li ser vê civakê hat meşandin, jinan roja fermanê bi civînekê bi bîr anîn. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê civîn dest pê kir.
'Li Şengalê asta hovîtiya DAIŞ'ê mezin bû'
Endama Komeleya Newroz Xezal Sedo roja fermanê bi bîr xist û wiha got: "Di 3'ê tebaxa 2014'an de cîhan li ser wehşetek mezin çavê xwe vekir. Bi Komkujiya Şengalê gelek êş têde hatin jiyîn. Civaka Şengalî bi tûndiya DAIŞ'ê re rû bi rû ma. Mafê mirovan tê de hat perçiqandin Şengal bê xwedî hat hiştin. Jinên Şengalî di bazarên erzan de hatin firotin, lê cîhana bê bext bê deng ma. Êzidî gelekî aştiyane bû, ji bo wê jî asta hovîtiyê mezin bû. Em vê rojê bi xemgînî bi bîr tînin û dibêjin ku vê jinên rojê êdî rê li pêşiya komkujiyên we bigirin."
'Komkujiya li Şengalê dest dirêjiya li ser vîna hemû jinên cîhanê bû'
Her wiha Berdevka Komeleya Piştgirtiya Jinên Êzîdî Ferîde Şengalî qala roja fermanê kir û wiha got: "Fermana civaka Êzîdî destdirêjiya li ser tevahî jinên cîhanê bû. Eger di wê rojê de jinên me hatin qetilkirin û revandin ev bûyer hemû jinan temsîl dike. Alîgirên vê komkujiyê destek dan DAIŞ'ê û civaka Êzîdî di nava destê hovîtiyê de hiştin. Ma exlaq li cîhanê nema bû heta pişta xwe dane Êzidiyan. Bi vîna jinên têkoşer û azadîxwaz Şengal rizgar bû em ê tekoşîna xwe li dijî van kiryaran mezintir bikin."
Paşê senevizyonek li ser roja fermanê û bûyerên wê hat pêşkêşkirin.
Civîn bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bimre îxanet" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.