'Li Şengalê DAIŞ'ê êrîşî çanda jinê kir'

  • 12:38 3 Tebax 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna ji bo salvegera komkujiya Şengalê bi maseya yekemîn a li ser dîroka Şengalê ya di aliyê olî, çandî û armanca komkujiyê û bi taybet hedefgirtina jinê didome. Semînervanên vê maseyê gotin: " Êrîşa li  ser Şengalê êrîşa li ser xwebûna  jin û koka kurda bû."
 
Komcivîna ji bo salvegera 5'emîn a Komkujiya Şengalê bi pêşengtiya Kongreya Star û bi tevlîbûna 125 delege  ji giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi maseya yekemîn didome. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, vekirina komcivînê ji aliyê Koordinasyona Kongreya Star Evîn Siwêd ve hat kirin.  
 
Di vekirina komcivînê de Endama Koordinasyona Kongreya Star  Evîn Siwêd wiha dest bi axaftina xwe kir: "Îro salvegera bîranîna komkujiyan Şengalê ye  bîranîna ku  nayê jibîrkirin. Wekî vê rojê komkujiyeke bê bext li  kurdên  Êzîdî  hat kirin. Rojeke reş bû  ji bo me jinan,  em bûn şahidê firotina jin û zarokan li bazaran. Di nava 5 salan de her roj çîrokên Şengaliya jiyîne,  em jî dijîn. Hovîtiya DAIŞ'ê li ku derbas bûye em şahidê wê bûn. Jinên Şengalê vê care neçar nemane ji bo tolhildana jinên Êzîdiyan hêzên xwe yên leşkerî  ava kirin û karîbûn rê li pêşiya fermanan bigirin."
 
Maseye yekem semînervanên wê, Endama Koordinasyona Kongreya star Hediya Şemo, Endama Komîteye Navenda  Lêkolînên Jîneolojî  Rûmet Heval, Endama Meclisa Civaka Sivîl Nîdaa Salih, mase bi rê ve birin. 
 
'Divê cîhan li hember dîroka reşiya li ser kurdên Êzîdiyan rexnedayinên xwe bide' 
 
Di nîqaşên ku hatin kirin wiha hat gotin:"Dîroka Êzdatiyê dîroka kevnar e. Rola jinê tê de sereke ye, jinan   ziman û çanda xwe  tê de parastiye. Wekî em dizanin 7000 hezar sal  li ser  dîroka Êzîdiyan re derbas bûye, dîroka  ku ne hatiye nivîsandin,  ji ber tim  Êzîdî di fermana de derbas bûye. Bawerî û kevneşopiya Êzîdiyan xwedî çandeke dewlemend in. Di roja me ya îro de jî eger di Rojhilata Navîn de qala jinê neyê kirin di pêşeroja dîrokê de jî wê dîrok di asteke sist û windayî bimîne ji ber jin pêşenga civakê ye.  Parastina mafê her civakekê berpirsyara her mirovekî ye. Di şengalê de şopên qirkirinê li mirovan dihat kirin ji bo wê jî divê tim civakên ku bûn şahidê bêdengiyê rexnedayînê xwe li hember dîroka reşiya hişmeniya DAIŞ'ê ji civaka Êzîdî re bide. 
 
'Di  êrîşa li ser Şengalê de heqaret li jinan hat kirin' 
 
Her wiha di berdewamiya nîqaşan de wiha hat gotin:"Di serdema zanistê  û têknelojiya de ev bûyerên bi êş tên kirin. Di Şengalê de heqereteke mezin li jinan hat kirin. Tevî ku dîroka civaka kurdî hat dizîn dixwestin koka kurdan tune bikin û destdirêjî li ser xwebûna jinê kirin. Şerê me dîroka me bi zimanê dayikan hatiye vegotin, pirtûkên dîroka kurdan hatina şewitandin. Pergalên desthilatdar  xwestin civak bê nasname bimîne. Erdnîgariya  axa Êzîdiyan, sembola aşîtiyê  ye. Di êrîşan de qêrînên dayikan ji bo Şengalê guhê her mirovekî dibihîst, lê her kesî guhê xwe ji rastiya hovîtiyê girtin. Em êrîşên li dijî mirovahiyê rexne dikin. DAIŞ'ê êrîşî çanda jinê kir da ku dîsa jinan bê dîrok bihêlin, lê vîna jinan ji van êrîşan mezintir e, jin dikarîbû hêza xwe ava bike û li himber fermanan têbikoşe." 
 
Komcivîna jinan bi nîqaşan didome.