Ji bo jin û zarokên Êzidî projeya 'Nûjîn'
- 12:31 3 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Hevdîtina Jinê UTAMARA û Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî, bi projeya 'Nûjîn' dixwazin xwe bighînin jin û zarokên Êzidî yên ku bi trajediyeke mezin derbasî welatên xerîbiyê bûne û gotin: "Li dijî hemû şêweyên êrîşên pergala baviksalarî têkoşîn divê bê mezinkirin."
Projeya hevbeş a bi navê "Nûjîn" ji hêla Navenda Hevdîtina Jinê UTAMARA, bi Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ) ve hat amadekirin. Proje wê 2 salan berdewam bike û li eyaletên ku herî zêdê jin û zarokên Êzîdî lê hene were dest pê kirin. Tê armanckirin ku bi ekîbên pîspor yên di beşa civaknasî dê bighêjin pêdiviyên jin û zarokên Êzidiyan. Organîzatorên projeyê bi minasebeta 5'emîn salvegera fermanê de derbarê xebatên projeya xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'Bi trajediyê derbasî welatên xerîbiyê bûn'
Di daxuyaniyê de qala êrîşên DAÎŞ'ê û bandora êrîşê hat kirin û wiha hat gotin: "Di tevahî dîroka gelan û civakan de trajediyên hevbeş hene. Pergala baviksalarî bi faşîzane hewl dide berjwendiyên xwe yên desthilatdarî li ser esasê qirkirina jinê tevahî nirxên mirovahiyê bide tûne kirin û wiha xwe mayînde bike. Di sedsala 21' emîn de mirovahî dîsa şahidiya qirkirina jinê kir. 3'yê Tebaxa 2014’an di dîroka mirovahiyê de cîhê xwe yê herî hovane girt. Di şexsê jinê de qirkirina civaka Êzidî hat jiyîn. Di encama vê fermanê de bi hezaran jinên û zarokên êzîdî hatin revandin û hatin qetil kirin. Her wiha pêla koçberiya herî bi trajedîk dest pê kir. Bi sed hezaran jin û zarokên ku şahîdê fermanê bûn. Kesên ku bi trajedî re rûbirû man derbasî welatên xerîbiyê bûn."
Proje dê 2 salan bidome
Daxuyanî bal kişand ser armanca projeya 'Nûjîn' û daxuyanî wiha dom kir: "Di encama xebateke berfireh de Navenda Hevdîtina Jinê UTAMARA bi SMJÊ re ji bo tedawîkirina trawmayan projeyek bi vî rengî hat avakirin. Projeya me dê 2 salan bidome. Dê li eyaletên ku herî zêdê jin û zarokên Êzidî lê hene were dest pê kirin. Armanc ew e ku li ser lingên avakirina ekîbên xwerêvebirinê û xweparastinê bi jinên pîspor yên di beşa civaknasî û trawmanasî de bi rêbazên cûr bi cûr yên ji nû ve hêzdayînê de, werin perwerde kirin. Di heman demê de sazî û dezgehên girêdahî koçberî, yên jinan û medenî wê tevlî vê xebatê werin kirin."
'Li gorî pêdiviyan divê bên tedawîkirin'
Di daxuyaniyê de li ser rêbazên têkoşînê hat rawestandin û daxuyanî wiha bi dawî bû: " Gelekî ji van jin û zarokên Êzidî bi hêviya ku li Ewropayê xwe bigihînin cihek ewle, bikaribin trawmayê xwe li pey xwe bihêlin. Lê tê zanîn ku bi tenê bi perspektîfek jinê û nêrîna jinan êşa ku di encama qirkirina jinê bi xwe re aniye bikarîbe rast were dest girtin û li gorî pêdiviyan divê bên tedawî kirin."