Jinên Êzidî hatin bibîranîn
- 12:29 3 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin di salvegera 5’emîn a Komkujiya Şengalê de daxuyanî da û jinên êzidî yên bûn qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn.
Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin, bi minasebeta salvegera 5’emîn a komkujiya Şengalê ku bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û qetilkirin, daxuyanî da çapemeniyê. Platformê li ber Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyani da. Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û parlamenterên HDP’ê jî di nav de hemû jinên beşdarî Konferansa HDP’ê bûn tev li daxuyaniyê bûn. Jinan cilên spî li xwe kirin, qurdeleyên reş bi ber dilê xwe ve danîn û bi deqîqeyek rêzgirtinê jinên êzidî bibîr anîn. Parlamentera HDP’ê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bi kurdî daxuyanî xwend û endama Platformê parêzer Cemîle Turhali Balsak jî bi tirkî xwend.
Daxuyaniya Taşdemîr bi sernavê “Têkoşîna Gerdûnî bi Edaleta Gerdûnî pêkan e. Li Cihê ku edalet nebe aştî ne pêkan e" xwend wiha ye:
“Komkujiyeke ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de li pêş çavê hemû cîhanê pêk hat, ezidiyên ev komkujî wekî fermana 73'emîn a li hemberî xwe pêşwazî kirin û di sedsala 21'emîn de bi hovîtiya herî mezin re rûbirû man. Di encma vê hovîtiya ku hat kirin de ji civaka êzidî gelek kes hatin kuştin, di gorên komî de hatin veşartin û bi hezaran jin û zarok ji aliyê çeteya cîhadîst DAÎŞ'ê ve hatin revandin, li bazara koleyan hatin firotin, bi darê zorê ola wan hat guhertin, bi îşkence û êrîşa zayendî ya sîstematîk re rûbirû hatin hiştin.
Heta niha nediyarbûna 3 hezar jinên ku hîna eqûbeta wan ne diyar e vê hovîtiyê û vê trajediya ku hatiye jiyîn hovîtiya wê bi awayekî zelal li ber çavan radixe.
Êzidî dibêjin ku wan tenê ev Ferman ne jiyane; di heman demê de mecbûr mane cih û warê xwe biterikînin têkoşîna jiyanê dane û li cihê ku hatine şandin jî bi muameleya xirab û polîtîkayên cuaxwaz re rûbirû mane.
Êzidiyên ku ji bo xwe welatên piştî bahran wekî çareserî dîtin, vê rêwîtiya wan ew kirin hedefa kesipkarên mirovan û di vê rêwîtiya mirinê de bi hezaran ji wan terkî mirinê hatin kirin, li cihê ku xwe gîhandinê jî ji bo wan mafekî mirovan yê herî biçxwûk jî zêde hatiye dîtin û bandora komkujiyê berdewam kiriye.
Piştî komkujiyê ango qirkirinê platforma me li gelek welatên ku êzidî wekî penaber lê hatine bicihkirin bi jin û zarokan re hevdîtin kir û aşkere kiriye ku cihê lê hatine bichkirin ji bo wan ne cihekî ewle ye.
Bi tevahiya cîhanê bû şahidê trajediya ku pêk hatî
Tişta herî girîng jî ew e ku êzidî ji ser erdnîgariya ku bi bawerî û çanda xwe lêdijiyan hatine dûrxistin û li cihê ku lê hatine bicihkirin ji ber entegrasyonê vê carê jî bi qirkirineke çandê re rûbirû hatine hiştin.
Jinên Êzidî ku hêza xwe ji hebûna xwe û ji baweriya xwe ya bi deh hezaran salan digirin, komkujiya ku bi ser wade hat wekî çarenûs pêşwazî nekirine û di bedêla ku li benda mirinê bimînin; berxwedan, azadî û parastina erdnîgariya xwe hilbijartine, meclisên xwe ava kirin û bi parastina xwe ya rewşa hewl dane birînên xwe bipêçin. Disa van jinan li ewropayê jî bi komele û meclisên ku avakirine hebûna xwe bi rêxistinbûneke mezin parastine.
Di nav 5 salan de li gorî gotinên jin û zarokên ku hatin rizgarkirin û her wiha di pêşveçûnên ku hatin jiyin de; Hat dîtin li Rojhilata Navîn bi destê DAÎŞ'ê ve hêj sûc pêk tên û asta sûcê jî ji bo mirovatiyê xetereyeke mezin e. Dîroka mirovahiyê li hemberî sûcên mirovatî û qirkirinê di sedsala 20'an de jî li dijî bêczabûnê mekanîzmayên parastina mafên mirovan a gerdûnî ava kiriye. Mekanîzmaya herî girîng jî Dadgehên Ceza yên Navneteweyî û Neteweyî ya li dijî bêcabûnê kar dikin, li hemberî rûbirû bûna mirovatiyê ya li hemberî sûcên ku pêk hatî dê xwe bighînin edaleta gerdûniyê.
Li ser komkujiyê 5 sal derbas bû, komîsyona lêkolînê ya girêdayê Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, li hemberî komkujiya Êzidiyan raporek amade kir lê Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî heta niha tu gav neavêtiye. Bi tevahiya cîhanê bû şahidê trajediya ku pêk hatî. Gelek dane, belge û şahîdên bûyeran hebû, ev tişt asta wahşetê nîşan dida.
Yekîtiya Neteweyî li cîhanê wekî civateke mezin tê nasîn û Konseya Ewlehiyê jî girêdayî wê dixebite. Ligel komîsyonên ku girêdayê wan rapor amadekiribin jî dîsa heta îro daxuyaniyek nehatiye dayîn. Welatên ku di bin banê Neteweyên Yekbuyî de ne, bi peymana Statuya Romayê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî avakirin. Dadgeha ku hatî avakirin mekanîzmayên xwe nexistin meriyetê û ev tişt tê wateya lihevkirina polîtîkayên weşartî ya di navbera dewletan.
Li Qamîsloyê encamnameyek hat aşkerakirin, di encamnameyê de pêşniyarên çareseriyê hatin rêzkirin. Di nav pêşniyaran de hat gotin ku divê Neteweyên Yekbûyî qetlîama ku pêk hatî binase û ji bo edalet pêk bê dadgeha ceza ya navneteweyî ava bike. Divê mafê civaka Êzîdiyan di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bê mîsogerkirin.
Em wekî jin dibêjin ku heta jinek jî di destên van çeteyan de bimîne em ne azad in
Her wiha divê civaka Êzidî mafê tayinkirina qedera xwe bigire û bighije statuyek. Divê civaka Êzidî li hemberî komkujiyan bê parastin.
Îro bêceza hiştina sûcdaran, tê wateya lihevkirina dewletan û ev bi xwe re wêrektiyê dinê û bi taybetî li hemberî gelan komkujiyan pêk tînin. Li Rojhilata Navîn rêxistinên wekî Ahraruş Şam, El-Nusra û HTŞ yên terorê xeterene. Bi destê wan çeteyan komkujî pêk tînîn û bi polîtîkayên xwe demografiyê diguherînin. Ji bo parastina herêmê û cîhanê divê li hemberî wan koman têkoşînek bê dayîn.
Îro dîrokê nîşanî me daye ku mîna 3'yê Tebaxa 2014'an bi qirkirinê jin hedef hatine girtin. Tenê ne li Şengalê, di heman demê de di komkujiyên li Zîlan, Dêrsim, Enfal, Pirsûsê de jî jin hedef hatin girtin. Loma em banga xwe ya ku me xwestibû 3'ê Tebaxê bibe "Roja têkoşîna li dijî qirkirina jinê" nû dikin. Vê banga me li herêmên cîhanê yên cuda erênî hat dîtin. Ev yek girîng e. Her wiha 3'ê Tebaxê ji aliyê Federasyona Jinên Êzidî ‘Li Femînîsê roja çalakiya dijber’ hat îlankirin. Ev jî gavek girîng e. Ji Ewropayê heta Qenadayê, ji Avusturalyayê heta Efrîkayê, ji Tirkiyeyê heta Iraqê jin li vê bangê xwedî derketin. Li dijî hovîtiyê jin bûn yek. Gelek tevgerên jinê xwedîtî li vê bangê kirin. Îro jî ev sekna bi biryar didome.
Em wekî jin dibêjin ku heta jinek jî di destên van çeteyan de bimîne em ne azad in! Em wekî jin dibêjin ku komkujî û qirkirina jinê sûcê mirovatiyê ye. Heta sûcdar cezayê xwe nekşînin em ê dev ji gera ji bo edaletê bernedin! Heta ku roja 3'ê Tebaxê wekî "Roja çalakiya navneteweyî ya li dijî qirkirina jinê û komkujiyê" nê qebûlkirin em ê li qadan têkoşîna xwe bidomînin. Bila neyê jibîrkirin heta ku hesab neyê pirsîn ew ê qirkirinên nû pêk bên.
Em ê wekî jin heta ku roja 3'yê Tebaxê wekî ‘Roja çalakiya navneteweyî ya li dijî qirkirina jinê û komkujiyê’ bê qebûlkirin bi dirûşma ‘Em ê komkujiya jinê bidin sekinandin’, ‘Em ê jiyanê azad bikin’ biqêrin. Em bang dikin ku hemû kes di 3'ê Tebaxa 2019'an de bi saeta herêmî saet di 11'an de bi hev re daxuyanîyê bidin, deqeyekê bêdeng bimînin, cilên sipî yên sembola Êzidiyan li xwe bikin, qurdela reş girê bidin û li dijî komkujiyê têbikoşin.”