'Azadiya jinên Şengalê azadiya me ye'
- 11:34 3 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Sosyalîst komkujiya Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û diyar kir ku bi taybetî jin hatin hedef girtin û got: "Em ê êşa jinên li Şengalê parve bikin û têkoşîna xwe geştir bikin. Her wiha azadiya jinên Şengalê azadiya me ye.”
Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) di têkildarî salvegera komkujiya Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qala êrîşên li hemberî civaka Êzidî hat kirin.
SKB, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hedef girtina jinan û wiha dirêjî dan daxuyaniya xwe: "Ev êrîş weke fermana 73’an ket dîrokê. Pêşmergeyên Pardiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) di roja 3’yê Tebaxê bêyî agahî bidin paş ve vekişiyan û gel neparast. Çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî jinên netewên cuda her cureyê tundiyê pêk anîn û bi taybet jinên Êzidî bûn hedef. Herî kêm 5 hezar jin û zarok ji ber zilma DAÎŞ’ê li bazaran hatin firotin. Hêj jî jinên Şengalê dibin zilma DAÎŞ’ê de ne û li benda rizgarbûyînê ne."
'Em ê têkoşînê geştir bikin'
Di daxuyaniya nivîskî ya SKB'ê qala kevneşopiya talankeriyê kir û wiha dom kir: "Îro li Başûrê Kurdistanê jinên kurd dibe ku bi heman êrîşan re rûbirû bimîne. Divê em destûr nedin hewldanên bi wî rengî. Li dijî kiryarên bi vî rengî divê em li tevahiya cîhanê têbikoşîn. Li dijî tundî û komkujiyên desthiltdariya zaliman derkevin kolanan êşa jinên li Şengalê parve bikin û têkoşînê geştir bikin. Azadiya jinên Şengalê azadiya me ye.”