Di meha tîrmehê de 25 jin hatin kuştin

  • 10:37 3 Tebax 2019
  • Rojane
ENQERE - Şîdet, kuştin û êrîşên zayendî di meha tîrmehê de jî gihaşt asta herî jor. Di meha tîrmehê de 12 jin hatin kuştin, 13 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan, 35 jin jî bi şîdetê re rû bi rû man. 
 
Li Tirkiyeyê her ku diçe şîdet, êrîşên zayendî û taciza li hemberî jin û zarokan zêdetir dibin. Bêceza hiştin û kêmkirina cezayan dibe sedema zêdebûna bûyeran. Li gorî çeteleya ku di meha tebaxê de hatî amadekirin 12 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. 13 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 35 jin bi şîdetê re rûbirû man. Her wiha 18 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû ma û 7 zarok hatin qetilkirin. Dadgeh jî bi hinceta 'Rewşa baş' der barê 5 bersûcan de biryara tehliyeyê da.