Tecrûbeyên şefa înşatê Delal: Em neçar dimînin xwe ispat bikin
- 09:13 3 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Yek ji pîşeya ku jin li dijî nêrîna zayendperest têdikoşe endezyariya înşatê ye. Şefa şantiyê Delal Akdogan tecrûbeya xwe ya 4 salan û têkoşîna xwe ya li dijî nêrîna mêran vegot û da zanîn ku divê hevpîşeyên wê têbikoşin.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) yên sala 2019’an nîvê hebûna jinan a di qada îstîhdamê de rastî polîtîkayên zayendperest tên. Yek ji van qadan jî endezyariye. Endezyarên jin li hember hevpîşeyên xwe yên mêr her tim neçar dimînin xwe di alî kar de ispat bikin. Ligel vê jin di qada endezyariyê de wek hêza erzan tên dîtin.
Di zanîngehê de jî heman nêrîn
Delal Akdogan zayendperestiya ku pê re tên rû hev vegot û got ev ji salên dibistanê destpê dike û wihagot: “Min di zanîngehê de ev rolên zayenda civakî hîs kir. Ji ber di polan de ji sedî 10 jin bûn. Jiyana min ya lîseyê jî wisa bû. Beşên hejmariyê (sayisal) ji aliyê jinan ve nedihat tercîhkirin. Piranî mêr bûn.”
Du sal in şefa şantiyeyê dike
Delalê ku li qadê 4 salên xwe li pey xwe hiştiye got du salan di şîrketek taybet de şeftiya kontrolê kiriye û du sal in jî şefa şantiyeyê dike û wih agot: “Endezyarên Înşatê bi taybet xebata qadê tercih dikin. Ez xwe li wir azad hîs dikim. Pîşeya me ferz dike ku em her tim xwe pêş bixînin. Divê hevpîşeyên me her tim di qada pratîk de bixebitin.”
Naxwazin bi jinan re biçîn şantiyeyê
Delalê bi lêv kir ku di pîşeyê de mêr yek sifir di pêş de dest pê dikin û wiha got: “Yanî mêr di pêş jinan de ne. Mirovan pirsên wekê ‘tu çima nebûyî doktor, hemşîre, mamoste’ dipirsîn. Hevpîşeyên min jî, ji ber ku min qad tercîh kir, ez rexne kirim. Rojekê hevalê min ji min re got ez naxwazim bi jinekê re biçim şantiyeyê. Ez di jiyana pîşeya xwe de her tim di têkoşînê de me. Tevî hemû gotinên zayendperest û ferzkirinan ez çûm qadan.”
Delalê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em neçar dimînin xwe li hember karker, taşeron, hoste û karsazan xwe ispat bikin. Endezyarî xwe dispêre zanînê, zeka û teknolojiyê. Ne pîşeyeke ku xwe bispêre hêza fîzîkî. Lê em neçarin vê jî ispat bikin û ev jî beriya her tiştî ji xwe newekheviya zayendî datîne holê.
‘Ger di rastiyan de israr bê kirin wê bê qebûlkirin’
Delalê bi lêv kir ku bi kontrolên rutîn dest bi kar dikin û wek şef ekîb û îmaratan dişopîne û got: “Di şantiyê de hosteyê 20 salan heye. Wisa dinêre ‘Ev çawa vê bi min dide kirin, tu zanî an ez’. Vê carê mirov pasîf dimînin. Lê min tu car tiştek wisa nekir. Min qebûl nekir. Dibe ku ji ber vê be, ger mirov di rastiyan de israr bikin mirov tên qebûlkirin.”